Rûniştina doza Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hate taloqkirin.
Rûniştina Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku rehîn tê girtin li Dadgeha Cezayê Giran a 16’an a Enqerê hate dîtin.
Yuksekdag ji ber sedema ku ji ber şertên girtîgehê heftiyê çend saetan dikare xwe bigihîne dosyayê û bi sedema ku mafê wê yê xweparastinê tê sînordarkirin tevlî rêniştinê nebû.
Parêzera Yuksekdag Rûken Gulagacî xwest ku Yuksekdag were berdan û parastina xwe bi rengekî bi tenduristî bike.
Şandeya Dadgehê bêyî ku parastina Yuksekdag bistîne biryar li ser da ku rewşa girtîbûna wê bidome û danişîn taloqî 24’ê Îlonê kir.






