Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê jin çanda xwe ya resen biparêze

07/07/2018
in Uncategorized
A A
Divê jin çanda xwe ya resen biparêze
Share on FacebookShare on Twitter

Parastin û pêşxistina çandê erkek sereke ya jinan e. Jin li hember polîtîkayên asîmîlasyonê û çanda populîst hê zêdetir dikarin civakê biparêzin. Berdevka Kongreya Star a Til Temir Çinar Yûsif bal kişand li ser bandora fîlmên Tirkî û Hîndî yên li ser civakê û da zanîn ku ev dibe sedem Kurd di bin badora wan de bimîne.

Berdevka Kongreya Star Çinar Yûsif bandora filmên Tirkî û Hindî yên li ser jin û civakê nirxand û got: “Filîmên Tirkî û Hindî dibe sedem ku gelê Kurd di bin bandora çanda popîlist de bimîne û jinê ji xwezaya xwe, çanda xwe ya kevnar dûr dixe.”
Bandora çanda popîlîst her ku diçe zêde dibe û ev dibe sedem ku mirov ji çanda xwe ya xwerû dûr bikeve. Gelê Kurd jî bi salan e ku di bin zext û êrîşan de ye û her dem ji xwezaya xwe hatiye dûrxistin. Di vê mijarê de medya rolek girîng dilîze. Her wiha filîmên bi Tirkî û Hindî hinek jê bandorek neyînî bi taybet li ser jinê dike û dibe sedem ku jin ji çand û xwezaya xwe dûr bikevin. Têkildarî vê mijarê Berdevka Kongreya Star Çinar Yûsif anî ziman ku divê jin ji çanda xwe ya kevnar dûr nekevinû got:” Divê jin her dem xwe ji çanda popîlîst biparêze. Lewra jin bingeha civakê ye.”
Çinar Yûsif da zanîn ku desthilatdar her dem bi zimanê medyayê şerên psîkolojîk li ser civakê dide meşandin û bi vê yekê polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê jî dixin meriyetê û wiha got: “Medya bandorek neyînî li ser jin û ciwanan dike û bi vê yekê teslîmî kapîtalîzmê dibin. Her wiha nakokiyên di nav civakê de jî kûrtir dike. Loma divê di serî de jin û hemû kes xwe ji lîstikên medyaya desthilatdaran biparêze.”
Çinarê wiha dewam kir: “Ji ber şêwaza ne rast û şerê derûnî yên ku li ser medyayê bi rêya filim û reklaman tê dayin ev yek jî bandorek neyînî li ser ehlaq, jiyan û çanda civakê dike. Medyaya ku tenê ji bo berjewendiya kapîtalizmê û desthilatdaran dixebite jinê bi awayekî ne rast bi civakê dide naskirin. Loma divê haya mirov ji vê lîstikê hebe û tedbîra xwe bigire.”
Çinarê herî dawî wiha got: “Ji bo civak bi tevahî ber bi xetereyê ve neçin divê zarok û ciwan bên perwerdekirin û li filmên ku jinê diçewisînin û rêya ne rast nîşanî mirov didin, neyê temaşekirin. Divê mirov xwedî li çand û hunera xwe derkeve û ji çanda popîlîst dûr bikeve. Ev jî dê bi hêz û vîna jinê pêk were.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.