Keleha Şêrewane yek jî cihên dîrokî yên herêma Germiyan û Kurdistanê ye. Ji berî 152 salan ji aliyê Heme Paşayê Caf ve hatiye çêkirin. Niha ji ber kevin bûnê û erdhejê metirsiya rûxîna hinek beşên wê heye.
Keleha Şêrwane dikeve başûrê navçeya Kelar a Germiyan û di nava 8 salan de hatiye avakirin. Ji dema hatiye avakirin ve sê caran hatiye nûjenkirin.
DÎROKA AVABÛNA KELÊ
Li gorî dîroknasan Kela Şêrewane di navbera salên 1866 û 1874’an de ji aliyê Heme Paşayê Caf ve li ser Girê Şiwêndewar ê Şêrwane yê li navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyan hatiye çêkirin. Kela Şêrewane di nava 8 salan de hatiye çêkirin.
Kelhê dikeve başûr rojhilatê navçeya Kelar. Kelhe ji sê qatan sereke pêk hatiye. Qada yekem û duyem ji sê odeyên mezin, ode, merdîven, taq, agirdank û dûkelkêşê pêk tê. Herwiha qada sêyemîn ê kelhê jî bi weke beşê çandê hatiye bi nav kirin. Kelhe niha ji ber erdheja par nihek rûxaye. Beşek wê jî derz lê bûne. Şiwênewariya Germiyan bi nûjenkirina cihên ziyan dîtive mijole.
Deriyê sereke yê Kelha Şêrwane tenê dergiyekî du aliye ku aliyê serê bi tevahî vekiriye. 4 birçên kelhê hene. Cihê ku kelhe li ser hatiye çêkirin, nêzî 400 merte çargoşe ye. Di aliyê pêşiyê de 19 metre û 35 santîn metreye. Di aliyê piştê de 5 metre û 18 santînmetreye. Dirêjiya aliyê rastê 15 metre û 40 santînmetreye. Di aliyê çepê de jî 15 metre û 20 santînmetreye. Bilindiya kelhê di aliyê pêş de heya daqa duyemîn 7 metre û 95 santînmetreye. Di aliyê pişt ve jî 7 metreye.
Madeyên ku di çêkirina kelhê de hatine bikaranîn ji kelpîçên ji axê hatine çêkirin, kisil û geçê pêk tê. Bi awayekî ciwan û qayîm hatiy çêkirin. Herwiha di çêkirina wê de dar hatine bikaranin. Darê gozê ji bo çêkirina derî û pençereyan hatiye bikaranîn. Madeyên di çêkirina kelhê de hatine çêkirin weke yên gundên Şêrewan e. Herwiha ji Rûbarê Sîrwan av ji bo kelhê anîne.
Kela Şêrewane ji dema hatiye çêkirin ve sê caran hatiey nûjenkirin. Di sala 1925, 1988 û 1998’an de hatiye nûjenkirin. Ji ber erdheja par niha jî bo nûjenkirina cara 4’emîn kar destpê kiriye. Nûjenkirina wê ji aliyê rêxistinekî Holandî ve were çêkirin. Biryare di demekî nêzîk de nûjenkirina wê temam bibe.
HEME PAŞAYÊ CAF KÎ YE?
Navê wî Paşa Mihemed kûrê Keyxusrew ê kurê Silêman Beg ê kurê Zahîr Begê kurê Yar Emed Begê Seyfula Begê Seyid Ehmed e. Di sala 1881’an de ji dayik bûye. Serokê Eşîra Caf bû. Xwedî desthilatdariyekî berfireh bû. Ji Şarezûr heya Germiyan di bin desthilatdariya wî de bû.
Nivîskarê Pirtûka Kela Şêrwane Cîhad Deloy derbarê kelê de wiha got; “Li gorî gotina dîroknasan, Heme Pasayê Caf Kelha Şêrwane zêdetir ji bo du sedeman çêkiriye.Yekem , ji bo ku desthilatdariya wî li ser wê herêmê hebe û li jêr destê xwe de bigire. Dûyemîn, ji bo bêhnvekirina xwe û eşîra xwe. Niha jî kelha Şêrwane cîhekî dîrokî û girînge.Yek ji cihên girîng ên Iraqê û Herêma Kurdistanê ye ku xelk tên serdan dikin.”…ROJNEWS






