Rojnameya Ronahî

Şeha Xelîl: Wê sala 2022`yan bibe azadiya Rêber Apo û tevayiya jinan

Darîn Silê/Qamişlo

Damezirandina Kongreya Star dikeve sala xwe ya 17an. Şeha Xelîl salvegera kongreyê di serî de Rêber Abdullah Ocalan li tevayiya jinên cîhanê pîroz kir.

Kongreya Star 15ê Çileya 2005`an bi nave Yekîtiya Star hat damezirandin. Lê di kongreya 6’an ya 25`ê Sibata 2016`an navê wê bû Kongreya Star.

Ji bo birêxistinkirina jinan û têkoşîna li hemberî zihniyeta bi hezarê salan di nava civakê de hatî çandin û li ser jinê tê meşandin Kongreya Star hat avakirin. Kongre jinên tevayiya pêkhateyên civakê di nava xwe de qebûl dike. Bi hev re û bi yek dengî kar û xebata jinan dike û mafê jinan diparêze.

Piştî şoreşa Rojava Kongreya Star li seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê sazî û navendên xwe vekirin. Kongre ne jinên bakur û rojhilatê Sûriyê tenê piştgiriya tevayiya jinên cîhanê dike û têkîliya xwe bi tevayiya jinan re datîne.

Zihniyeta desthilatdar û qebûlnekirina civakê

Berdevka Kongreya Star ya kantona Qamişlo Şeha Xelîl li ser salvegerê axivî û da zanîn ku bi têkoşîn û berxwedana xwe li dijî sîstema desthilatdar derketine. Şeha wiha domand: “Li ser bingehê ka çawa jin kar bike û ji bo azadiyê parastina xwe li hemberî zihniyeta desthilatdar têkoşînê bike û sîstema xwe ava bike, Kongreya Star hat damezirandin. Ji wê demê ve her du salan carekê em kongreya xwe çêdikin û her sal jî konferansên xwe li dar dixin. Destpêka damezirandinê jimara jinên di kongreyê de pir kêm bû. Zora rejima Sûrî li ser me hebû. Her ku me civînên xwe li dar dixistin rejimê astengî ji me re derdixistin û em dixistin nava dorpêçê. Wê demê ne rejima Sûrî tenê civakê jî em qebûl nedikirin. Lê bi demê re bi têkoşîn û berxwedana xwe me xwe bi civakê da naskirin. Lê heta niha jî jin rastî kuştin û tundiyê tên. Ji bo wê jî armanca me ya sereke guhertina zihniyetê ye. Çimkî heta ku zihniyet neyê guhertin emê astengiyan bibînin.”

Piştgiriya jinê ji Şoreşa Rojava re

Şeha Xelîl bal kişand ser rêxistin û têkoşîna jinê ya hundirê Şoreşa Rojava de û wiha got: “Weke ku em dibînin niha jin pêşengiya Şoreşa Rojava dike û di tevayiya sazî û navendên rêxistinê de cih digre. Herwiha di gelek cihan de jin bûye hevserok û rêveber. Di warê leşkerî de jî jinê roleke pir mezin lîst. Me dît dema ku DAIŞê êrişî herêmên me kir jinên YPJê şerê wan kir. DAIŞ ne komeke çete bû, hêzeke cîhanî bû. Cara yekê bû ku li ser asta cîhanê hêzeke jinê li dijî hov û dagîrkeran şer dike. Wê demê YPJ bi hêz û îradeya xwe dinya hejand. Şkandina DAIŞê hêza YPJê ji cîhanê re da xuyakirin. Bi taybetî di şerê Kobanê de dema Arîn Evêsta û Barîn Kobanê rizgar kirin hê zêdetir jin hat naskirin. Di şoreşa Rojava de di milê rêxistinkirina civakê de jî wek Kongreya Star me bi sedan komîn, sazî û navendên jinan vekirin. Herwiha me bi hezaran jin perwede kirin û bi sedan pirsgirêkên jin û malbatan çareser kirin. Di salên dawî de me giranî da bajarên rizgarkirî yên weke Tebqa, Reqa û Dêra Zorê. Çimkî hê gelek ji wan di binê bandora zihniyeta desthilatdar de bûn û nikariyan parastina xwe bikin. Ji bo wê jî me xwe gihand wan jinan. Niha jî koma Jinên Zenûbiya li wan bajaran hatiye avakirin, ev kom jî ji bo rêxistinkirina jinan û parastina mafê wan kar dike.”

Şeha diyar kir ku Kongreya Star hereketeke civakî ye û wiha got: “Ji ber ku em ji bo jin û civakê kar dikin, di nava kar û kebata xwe de em derbasî her malê dibin û çîrok û êşa her jinê nas dikin. Her derî ji me re vekirî ye. Em derbasî gelek malan bûne û me gelek jin nas kirine lê hê jî hin jin hene divê em xwe bighînin wan û fikrê wan bidin guhertin.”

Zehmetî û astengiyên heyî

Şeha Xelîl li ser zehmetiyên derdikevin pêşiya wan wiha axivî: “Ji despêka damezirandina Kongereya Star ve em zehmetî û astengiyan dikşînin. Ji her aliyê jiyanê ve em astengiyan dibînin. Hem ji milê zihniyeta desthilatdar hem ji milê civakê ve. Astengiya herî mazin şerê teybet e. Çimkî bi şerê taybet gelek jê dixwazin me reş bikin û jinan ji me dûr bixin. Heta niha jî hin malbat kar û rêxistina jinê qebûl nakin. Lê rewşa niha ji ya berê baştir e û me guhertinên pir mezin çêkirin. Em dibêjin, çi dibe bila bibe em yek jinê derveyî rêxistinê nahêlin, emê xwe bighînin her jinê û jinên tevayiya pêkhateyan bi hev re kom bikin.”

Berdevka Kongreya Star ya kantona Qamişlo Şeha Xelîl di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku sala 2022yan wê tevayiya kar û xebata wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan be û got, lewra di dîrokê de yê li jinê xwdî derketî û mafê wê dayî Rêber Apo ye. Ji bo wê, wê sala 2022`yan bibe sala azadiya Rêber Apo û tevayiya jinan.