Rojnameya Ronahî

Meclisa Çand û Hunerê li Dêrazorê çalakiyeke hunerî li dar xist

Meclisa Çand û Hunerê ji bo nasnadina çanda erebî û kevneşopiyên êlên Ereb yên rojhilatê gundewarê Dêrazorê çalakiyek li rojavayê beyareya bajarê Hecînê li dar xist

Rûspiyên êlên herêma rojhilatê, nûnerên meclis, saziyên herêmî û leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, ciwan, Mala Jin û bi dehan şênî jî beşarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endamên Meclisa Herêmî ya herêma rojhilat Xelîl El-Hindawî axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Paşê rûspiyê qebîleya El-Ibêd Xelîl El-Ezîz têkildarî reseniya herêmê û dîroka wê ya kevnar, têkiliyên di navbera gelên herêmê de axivî.

Dû  re rûspiyê êla El-Igêdat Hewas El-Casim behsa dîroka kevnar û nûjen a herêmê kir. Pesna têkiliyên di navbera şêniyên herêmê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de da. Bi taybet rola wê di peydakirina ewlehiyê li herêmê de.

Rûspiyê êla El-Ibêdiyê yê li Hecînê Silêman El-Sibêxan behsa reseniya kenveşopiyên herêma rojhilat nexasim mêvanperwerî kir.

Di çalakiyê de berhemên hunerî û helbest hatin gotin.

Hevseroka Meclisa Jinan a rojhilatê gundewar Fatme El-Salim tev li çalakiyê bû û hêvî kir ku mîna van çalakiyan her tim li dar kevin, hezkirin û têkilî di navbera hemû pêkhateyan de berdewam bibe.

Di dawiyê de xelekên govendê li ber stranên Erebî hatin gerandin.

Heman çalakî dê di destpêka biharê de li herêma El-Şafeyê li dar keve.

ANHA