Rojnameya Ronahî

Lingê xwe dixwazim

Binefş Sarya

Zarok hebûn, paşroj, bedewî û kulîlkên civakê ne. Gotina pêşiyan e “Mala bêzarok kore”. Li gundekî, kolankê, eger dengê zarokan û xirecira wan neyê, bizanin li wir jiyan yan miriye, yan jî ti wateya wê li wir nemaye. Lê mixabin di her êrîşa ser walatê me de bi dehan zarok yan tên kuştin yan jî endamekî ji bedena wan tê birîn. Zarokê bi navê Evdo Henîfî ku ji gundê Qeremoxê yê bajarê Kobanê ye, ne zarokê yekê û ne jî wê bibe yê dawiyê. Ev ne cara yekê ye ku zarokên vê axê dibin qurbanên topên dewleta tirkî. Di her êrîan dewleta tirkş de bi dehan zarokên vê axê yan tên kuştin, yan jî parçeyek ji canê wan dikeve nava axa sar. Dema min wêne û dîmenên Evdoyê piçûk dît, ez wiha hizirîm, gelo dema ev zarok çavên xwe veke, wê nebêje ka lingê min. Yan jî ma dizane ling çi ye û çi ji bedena wî kêm bûye? Tenê wê bixwaze weke berî çend rojan rabe ser lingan, solên xwe yên piçûçik wergire, yan jî bê sol derkeve kolanê û bi ereboka xwe ya zer bilîze. Lê dema bixwaze rabe wê nikaribe. Şoqa destpêkê wê wiha derbas bike. Êrîşên ser herêmê ne tenê lingên zarokan jê dikin, di heman demê de xeyalê wan jî dikuje û talana derûniyê dide avakirin. Di encama her êrîşê de bi dehan mal, gund û navçe hildiweşin. Hilewşîna her malê, hilweşîna xeyalekê ye. Çûna her parçeyek ji bedena mirov çûna paşrojekê ye. Beramberî van êriş û kuştina xeyalan bêdengî ne çareserî ye. Bi bêdengiyê ne parçeyên ji bedenê vedigerin ne jî warên xirab bûyîn ava dibin. Beramberî dijiminê hov, kes nikare felesefeya HZ. Îsa pêk bîne. Dema ew şeqamekî li mirovan bidin, pêwîst e mirov milê din yê rûyê xwe nede ber. Weke Rêber Apo gotî “eger ew mistekî li we bidin, hûn jî deh mistan li wan bidin. Eger ew yekê ji we bikûjin, hûn jî dehan ji wan bikûjin.” Eger gel beramberî dijiminê xwe, xwe bêdeng bike wê her roj were kuştin, talankirin û bêbedenhiştin. Beramberî her êrişê, êrîş lazim e. Beramberî her zilmê jî tekoşîneke bêhempa lazim e. Cihê ku têkoşîn, berxwedan û zanistî nebe, wê li wir her şêwe desthiladarî hebe. Beramberî her şêweyê desthiladariyê têkoşîn û berxedan lazim e. Eger li cihekî kole tinebin, li wir koledar jî çênabin. Ji bo jiyaneke azad û wekhev pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Ji bo sibe jî weke îro lingên zarokên vê axê neçin, pêwîst e hemû ferdên vê civakê destê xwe bêxin bin kevir û wî kevirî ji ser milên xwe bidin aliyekî. Kî bêdeng be wê zulim lê were kirin. Ji bo welatekî azad pêwîstî bi hevgirtin û şerê jiyanê heye. Ev dem ne dema berxwedanê tenê ye, di vê demê de, êriş û tolhildan du xalên bivênevê ne, ji bo jiyana mirovan ya ewle. Bi girî, qehir, xemgînî û rebeniyê lingên zarokên me, nayên û emê nikaribin bersiva wan jî bidin.