Navenda Çand û Hunerê ya Şingalê li ser xwerêveberiya Şingalê stiran û klîbek bi navê “Xweserî” amade kir. Stirana ‘Xweseri’ya Şingalê ji niha ve li nava civakê deng veda.
“…Bijî bijî Êzîdxan rabe serhildan, ji bo xweseriya xwe bibe parêzvan…”
Navenda Çand û Hunera Şingalê bi van hevokan stranek bi navê “Xweserî” amade kir.
Ji bo stranê klîbek ji dîmenên Şingalê, rê û resmên çanda Êzidiyatiyê, berxwedêriya xelkê Şingalê û hêzên xweparastinê yên Şingalê YBŞ û YJŞ hate amadekirin.
ANF