Rojnameya Ronahî

Ronahî, bi xwendina 118 pirtûkan sala xwe qedand

Navenda Nûçeyan/ Qamişlo

Di lêgerîna jiyanê de pirtûk heval e. Ronahî bi heskirineke bêhempa sala 2021ê 118 pirtûk xwendine û dibêje; xwendin bûye beşek ji jiyana min û asoyên xeyalên min ronî dike. 

`Pirtûk heval e`

Ronahî Isamîl Hisê ji bo belavkirin û xurtkirina çanda xwendina pirtûkan, navên 118 pirtûkên ku di nava sala 2021ê de xwendine, li ser malpera xwe ya facebookê parve kir.

Ronahî (24) xwendekara zanîngeha Kobanê ye û beşa wêjeya Ingilîzî dixwîne. Ev du sal in ketiye nava cîhana xwendina pirtûkan. Ronahî dibêje, ez ji xwendina pirtûkan pir hes dikim; ew bûye beşeke ji jiyana min ya rojane û çîroka xwe wiha vedibêje: “Min ji nava pirtûkan destpêkê xwendina romanan neqand. Lewra ji bo wan kesên ku nû dest bi xwendina dikin, têgihiştina romanan pir hêsan e. Ji ber wê her ku min romanek diqedand xwestek û teşwîqa xwendina yeke din bi min re çêdibû û pirtûk ji min re bûye heval.”

Malbat jê re rehber bû

Destpêkê malbata Ronahî jê re dibe rehbera vê gavê û piştgiriya wê dike. Li gorî wê ji piçûkî ve dibîne bav û birayên wê pirtûkan dixwînin, ev  jî bandoreke mezin lê dike. Herwisa dibêje, her ku ez pirtûkekê diqedînim li ser naveroka wê bi malbatê re gotûbêj dikim.

Ronahî pir ji pirtûkên helbest, roman, pêşketin, zanista gerdûnî û kîmyayê hes dike. Herwisa dibêje romanên Fransî bi taybetî yên Victor Hugo û yên cîhanî yên Dan Brown bandoreke mezin li min kirine.

`Pirtûk asoyên xeyal û jiyanê ronîtir dike`

Ronahî hastên xwe yên dema xwendinê wiha parve dike: “Min dereng dest bi xwendinê kir temenê min 22 sal bû. Ez vê şaşîtiyeke mezin dinirxînim. Ji bo wê ez bihêz û xwestekeke xurt tevlî jiyana pirtûkan bûm. Bi rastî di nava wergerandina rûpelan de jiyaneke ku biwate û mirov pê mest dibe, heye. Ji aliyê fikrî û zanistî ve mirov dikeve nava çanda gelên dinê û wan nas dike. Lewra her pirtûk û wêjeyek çand û şaritaniya gelekî vedibêje. Asoyên xeyal û jiyanê jî li ber çavan ronîtir dibin.”

Li seranserê cîhanê sîstema kapîtalîst civakê ji rastî û çanda wê qut dike, bi taybetî li Rojhilata Navî civak ji çanda xwendina pirtûkan dûr ketiye. Ev ji bo gelê Kurd jî wisa ye, bi taybetî li rojavayê Kurdistanê ji ber şerê taybet nifşên nû ji xwendinê dûr ketine. Mixabin ciwan û civak tevayiya dema xwe bi internetê winda dikin. Ev dûrketin jî xetereke mezin li ser civakê çêdike. Lê Ronahî tersê vê rastiyê bala me kişand ser xwe û hêvî da me.

`Bidestxistina pirtûkan ne hêsan e û bihayê pirtûkan jî giran e`

Li ser astengiyên heyîn Ronahî ev agahî da: “Ez li Kobanê dimînim, li seranserê bajêr du pirtûkxane tenê hene. Jixwe hem bidestxistina pirtûkan ne hêsan e, hem bihayê wan giran e. Ji ber wê ez berê xwe didim xwendina pirtûkên PDF`ê. Ew jî ne mîna pirtûkên kaxezî ne, hem çêja xwendinê cuda ye, hem zirarê dide çav û tenduristiyê.”

`Bixwînin xwe nas bikin`

Di dawiyê de Ronahî Hisê hêvî kir ku bihayê pirtûkan guncaw bibe, pirtûkxane zêdetir bên vekirin û bi vê peyamê axaftina xwe qedand: “Ez hêvî dikim ku ciwan dema xwe vala winda nekin û pirtûkan bixwînin. Lewra bi xwendin û perwerdeyê mirov xwe nas dike, derdora û wateya jiyanê nas û fêm dike; derbarê zanist, civak û çandên gelên din de jî serwext dibe.”