Rojnameya Ronahî

Sûcên par û îsal yek in

Idrîs Henan/Şehba

Destpêka sala 2022’yan de sûcên çeteyên xwefiroş ên girêdayî dagîrkeriya tirkî li Efrîn û gundewarê wê ji her jorê zêdetir bûne û rojbiroj kiryarên qirkirin, kuştin, revandin, destdirêjiyên li ser jin û zarokan û kiryarên guherîna demografîk hovanetir dibin.

Bi destpêka sala 2022’yan re welatiyek bi awayek hat kuştin, 10 hatin revandin, şûnwareke dîrokî hate roxandin û talankirin û zêdetirî 2534 darên bi berû hatin birîn.

Kuştin

Agirek ji ber sedemên ne diyar bi mala hemwelatiyê Kurd “Ebdo Xelîl Zelo” yê ji navçeya Şiyê dikeve û di encamê de jiyana xwe ji dest dide. Li gorî lêpirsîna, çeteyên “Al-Emşat” agir bi destê hinek nenas dayîye pêxistin. Li gorî şahidên derdor Ebdo ji ber baceya bilind a çeteyên “Al-Emşat” bi wan re di nav nakokiyê de bû. Ji ber vê sedemê endamên koma çete carekê hatine mala Ebdo lê dane. Ji lewra guman heye ku heman komê Ebdo Xelîl Zelo kuştbin.

Revandin

Çeteyên dewleta tirkî ya dagirker li bajarê Efrînê ya dagirkirî welatiyan bi hincet û tawanên xerab dîl digirin û direvînin. Ji bo serbestberdana wan jî daxwaza fîdyeyê tê kirin. Dagirkerî ji bo bicihanîna projeyên xwe yên guherîna demografîk û qirkirina gelê Kurd, li Efrînê polîtîkayên revandin û tirsê bi armanca dizîn, talanî û kokqelandinê dimeşîne.

Di roja destpêkê ya sala nû (1’ê Çile) de, çeteyên dewleta dagirker a Tirkiyê 4 welatî ku 2 ji wan birane, ji gundê ‘Fafirtînê’ yê Şêrawa revandin. Navên wan jî wiha ne: ‘Ocalan Xelîl Şûtî, Hisên Xelîl Şûtî, Casim Mihemed Qasimo û Omer Diyab’. Çarenûsa wan jî hê ne diyar e.

Roja din (2’ê Çile) de, çeteyên ewlekariyê yên girêdayî dagirkeriyê 3 jinên ji gundê ‘Kurzêlê’ yê girêdayî navçeya Şêrawa dema ji kar vedigeriyan li rêbenda “Alqos” a li ser rêya Efrîn-Ezazê revandin. Ji wan navê Rohat Îbo ya 24 salî hate naskirin. Li gor agahiyên malbatê keça wan endama berê ya Desteya Veguhestinê ya Rêveberiya Xweser a Efrînê bû. Herwiha walatiyên bi navê Ehmed Reşîd (50) û Hesen Birîm (45) ku ji gundê Hecîko yê girêdayî Recoyê revandin. Heya niha jî çarenûsa wa nediyare

Roja 5’ê Çile istixbarata Tirk û çeteyên wa welatiyê bi navê Rêzan Mihemed ê 34 salî ji navçeya Şera revandin û birin cihekî nenas.

Qutkirina daran

Çeteyên dagirkeriya Tirk di yekem roja sala nû de li ser rêya bendava Meydankê 12 darên ‘Idrîs Şêx Osman’ li nêzî benda leşkerî qut kirin.

Her wiha çeteyên ‘Feyleq El-Şam’ 700 darên zeytûnên kevnar ên şêniyên Şêrawa ji bo ku bikin êzing û li sûkê bifiroşin birîn.

Çeteyên ‘El-Hemzat’ 300 darên ‘Hesen Bekir Birîmko’ yên ji gundê Dargirê yê girêdayî navçeya Mabata birîn. Çeteyên navborî hemû darên li nav zevî birîn û birin sûka navenda Efrînê ya dagirkirî.

Çeteyên ‘El-Emşat’ bi armanca bazirganiya êzingan û parvekirina qezencê, zêdetirî 950 darên hîracê û 250 darên zeytûnan ji derdora gundê Kaxrê yê girêdayî Mabeta birîn.

Di 3’ê Çile de çeteyên ‘Melîkşah’ 70 darên Selah Reşîd a ji navçeya Şera birîn.

Çeteyên dagirkeriya Tirk 70 darên ‘Hisên Ehmed Îsmaîl’ ê ji gundê Diraqliya ya girêdayî navçeya Bilbilê ji kokê ve hilqetandin.

Not: hêjayî gotinê ye ku agahiyên heyîn di raporên bîlancoyên par û îsal ên “Toreya Çalakvanên Efrînê” hatine girtin.