Farûk Sakik
Bihara gelan dema dest pê kir li her deverê di demeke kurt de şoreş pêk dihat. Dema bayê şoreşê berê xwe da Sûrî her kesî texmîn dikir ku wek welatên din wê derhal encamê bigirin. Lê wisa nebû, hevsengiyên Sûrî cuda bûn. Hin hêzên din hebûn Amerîka û Rûsya. Piştî demekî me dît ku dewleta Tirk hin çete dayî pêş xwe û ber bi Sûrî bi rê ketiye.
Di vî şerî de kurd jî ji bo statuya xwe ava bikin, ketin nav hewldanan. Bi Şoreşa Rojava re rêveberiyên xweser hatin îlankirin.
Lê ev Şoreşa Rojava herî zêde dewleta Tirk a dagirker aciz dikir. Dem hat bi nave DAIŞ belayek bi rêxistin kirin û li Sûriyê pêşî li wan vekirin. Dema ku terora DAIŞ’ê har bû, ji bilî Kurdan tu hêzek tune bû ku li ber xwe bide. Dewlet jî teslîmî van çeteyan bûbûn (li Reqa û Mûsilê).
Di sala 2015’an de DAIŞ berê xwe da Kobanê. Dewleta Tirk ev hedef dabû pêş wan. Lê berxwedana Kobanê ji bo DAIŞ’ê bû destpêka qonaxa têkçûnê. Û serkeftina li Reqayê jî ji bo DAIŞ’ê bû têkçûneke mezin.
Piştî ku DAIŞ têk çû di pêvajoya nû de kurd bi tenê hatin hiştin. Ji bo çeteyên DAIŞ’ê yên di dest hêzên QSD’ê de bûn, tu alîkariyek çênebû. Ji bo darizandina wan mehkemeyek nehat avakirin. Tu dewletek nehat li welatiyên xwe yên endamê DAIŞ’ê xwedî derneketin.
Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker jî li pey tola DAIŞ’ê bû. Têkçûna DAIŞ’ê ji Kobanê dest pê kiribû û wan jî bi israr ev der dixwestin. Karê ku DAIŞ’ê nekarî bibe serî, dixwestin temam bikin.
Dema ku di nav dewleta Tirkan, Amerîka û Rûsyayê de bazara Serê Kaniyê hat kirin, daxwaziya Tirkan a Kobanê hat redkirin an jî hat taloqkirin. Li benda konjoktura pêş hiştin. Kobanê di dilê mirovahiyê de bûbû sembol. Şervanên kurdan mirovahî ji kareseta DAIŞ rizgar kiribûn. Sedem ev bû ku ew roj di bazariyê de Kobanê muaf hat girtin.
Îro dewleta Tirkiyê êdî dibêje; ew sozê li Astanayê, li Cenevê ji me re hat dayîn êdî ew dem e. Dibêjin ji xwe wan hucreyên DAIŞ’ê yên veşartî jî ketin nav tevgerê.
Lê dîsa jî bi ihtiyat tevdigerin. Difikirin mirovahî herçiqas bîra wan biçûk be jî lê berxwedana Kobanê wisa bi hêsanî nayê jibîrkirin.
Li stratejiyeke nû digeriyan, bi topbaran û bi sûîqestan dixwazin di nav civakê de tirs û xofê biafrînin da ku herêmê ji niştecihên wê vala bike.
Êdî civînên Soçî, Asta û Cenevê tilsima xwe wenda kirine. Êdî herkes dizanê çareseriya kaos û şerê Sûrî li van navendan nîn e. Li van civînan bi tenê Sûrî tê dabeşkirin. Civînên çareseriya şerê Sûrî derbasî merhaleyeke nû bû. Li pişt perdeyan, di odeyên lobiyan de bazariyên li ser şerê Sûrî hêjî dewam dikin.
Heger îroj dewleta Tirk ketibe nav van liv û tevgeran, dibe ku li pişt wan perdeyên tarî de hin sozên nû girtibe. Divê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Idlibê parçeyek din ji axa Rojava hatibe pêşkêşkirin û qûrbankirin.
Dewleta Tirk kartê xwe yê Idlibê wek qozek bi kar tîne. Blof dike, lê hêzên hetanî îro blofa wî nedidîtin di finalê de bibînin û kurdan bikin qûrbana berjewendiyên xwe.
Li gorî her ihtimalî pirsgirêka Sûrî dikare roj bi roj xirabtir bibe. Ji ber vê yekê rêveberiya xweser bi lez û bez pêkhateyên gel li gorî rewşa şer birêxistin û amadekar bike.
Êdî tahamula Kurdan nemaye û naxwazin, li lîsteya heremên werin rizgarkirin (Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî) Kobanê jî were zêdekirin.






