Rojnameya Ronahî

Peyamên Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan ya Mezopotamya û encamname

Jiyan Ebas-Qamişlo

Kongreya Ol û Baweriyan ya Mazopotamya ya Navneteweyî li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi dirûşma “Em bi hev re aştiyê belav bikin” hat lidarxistin û bi peyamên girîng encamnameya xwe diyar kir.

Di kongreyê de kesayetên oldar û siyasetmedar ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, Komîsera Komîteya Parastina Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkî Nadine Mînza, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, berdevka Meclisa Jinan ya Sûriyê Lîna Berakat, hevserokê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer, Hevserokên Meclisa Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê Nezîra Gewriye û Telat Yûnis, hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senharîb Bersûm û nûnerên Mala Êzîdiyan ya herêma Cizîrê amade bûn.

Di kongreyê de gelek peyam hatin xwendin. Peyama Komîteya Ol û Civakê ya KCKê, jî ji aliyê serokê Nivîsgeha Rêveberî û Rêxistinê ya Kongreya Islama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan ve hat xwendin û tê de pêwîstiya karê hevbeş ji bo aktîfkirina rola ol û baweriyan di pêşxistina aştiyê de hat diyarkirin.

Herwiha ji aliyê şêxên Êzîdiyan û serokê Meclisa Rûhanî ya Laleşê Baba Şêx Elî ve jî peyamek hat xwendin û peyam wiha bû: “Lidarxisina kongreyê cihê serfiraziyê ye. Lewra ol û baweriyan nêzî hev dike. Em beşdarên kongreyê pîroz dikin û hêvî dikin ku kongre bibe dika aştiyê û ji bo tevayiya gelan bibe sembola azadiyê.”

Pişt re nîqaşên mijara yekê ya kongreyê ya bi navê “Ji bo ku ol wek şêwazeke jiyana aştiyane were bikaranîn çi astengî li pêşiyê hene” ji aliyê cîgirê hevserokatiya Kongreya Islama Demokratîk û mamosteyê Zanîngeha Rojava Şêx Ebdurehman Bedirxan ve hatin destpêkirin.

Di nîqaşê de hat gotin li herêmê krîzeke mezin hey. Lewra pergala global ya serdest destê xwe dirêjî tevayiya bawerî û nirxên mirovayiyê kiriye û ji cewherê wan dûr xistine. Herwiha hat gotin divê ol ji destê sextekaran were rizgarkirin.

Di rûniştina duduyan de endamê Meclisa Niştimanî ya Têkoşîna li dijî Teror û Dijwariyê ya Misirê Dr. Hanî Lebîb bi bernameya Zoomê beşdarî kongreyê bû û mijara “Dozên li pêşiya ol dibin asteng da ku bibe zemîna hevjiyana aştiyane” şîrove kir.

Dr. Hanî Lebîb behsa dîroka tevgerên tundraw û rola wan di civakê de kir. Herwiha Komîsera Komîteya Azadiya Ol û Baweriya ya Navneteweyî ya Amerîkayê Nadîne Mînza jî bal kişand ser astengiyên li pêşiya azadiya olan.

‘Rêveberiya Xweser modela demokrasî û azadiyê ye’

Nedîne Mînz kêfxweşiya xwe anî ziman ku beşdarî kongreyê bûye û got: ” Sala 2019’an dema min serdana bakur û rojhilatê Sûriyê kir Tirkiyê êrişî herêmê dikir û niha jî êrîş dike. Ji ber van êriş û aloziyan aboriya Sûriyê bi awayekî mezin hilweşiyaye.

Nedîne Mînza di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Amerîka û dewletên cîhanê hê Rêveberiya Xweser nas nekirine û got: “Tenê beşê Rêveberiya Xweser yê leşkerî nas dikin. Hêvîdar im ku rêveberiya Amerîka têbigihêje ku Rêveberiya Xweser jêdera îstiqrar û aştiyê ye.”

Nadîne Mînza da zanîn ku Rêveberiya Xweser modela demokrasî û azadiyê li herêmê ye.

‘Bawermendên rast zorê li olan nakin’

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî behsa bikaranîna olan kir û wiha got: “Ol baweriyeke ku di wijdanê mirovan de ye, nabe bi rêya tirsê an îşkencê zorê li mirovekî bikin ku baweriya xwe biguherîne. Bawermendên rast vê yekê nakin, lê yên bêbext û derewîn wisa dikin. Di navbera olan de şer nîne.”

Di roja duyan ya kongreyê de jî gelek peyam hatin dayîn.

Divê em li gorî hevpeymana medeniyetê bixebitin

Hevseroka Kongreya Islama Demokratîk ya bakur û rojhilatê Sûriyê Delal Xelîl diyar kir ku ji bo hemû pêhate kom bibin, xwe pêş bixin û jiyaneke civakî ya rast ava bikin, divê nêrîneke hevbeş ya civakî hebe.

Delal Xelîl axaftina xwe wiha qedand:” Ola Islamê bi gelek şeran re rûbirû ye û tê gotin ku olekî girtî ye, ji ber vê yekê em hewl didin ku rastiya olê ji her kesî re eşkere bikin. Her wiha ji ber ku em îslama demokratîk esas digirin, em rastî gelek êrişan tên.”

Herwiha Serokê Weqfa Al El-Beyt ya bakur û rojhilatê Sûriyê Şêx Sînan Sîdoş wiha axivî:” Ola Islamê oleke cîhanî ye û peyama wê edalet e”.

Sînan Sîdoşî bal kişand ser Hevpeymana Medîneyê û wiha got:” Hevpeymana ku emê balê bikişînin ser hevpeymana herî baş ya biratiyê û qanûnê ye, ew Hevpeymana Medîneyê ye ku parastina azadiya baweriyên hemû gelan dike.

Bi navê suryanên herêma Cizîr û Firatê, metranê mezheba suryanên ortodoksê, Morîs peyameke bi dîmen da. Metran Morîs lidarxistina kongrê pîroz kir û got: “Ez xwişk û birayên ji olên din ku hewl didin aştiyê ava bikin, silav dikim. Her kesên ku hewl didin aştiyê belav bikin, xweda wan pîroz dike.”

JIN Û OL                                                                                                               

Nivîskar û çalakvan Esma Kiftaro jî behsa rola jin di ola Xiristiyan de kir û wiha got: “Mînak Meryem El-Ezra li hember adet û urfên civakî yên baviksalarî ku beşdarbûna jinan di raya giştî de qedexe dikir, sekinî. Her wiha qanûnên giran yên li ser jinan hatibûn ferzkirin rabûn.”

Rûniştina duduyan ya kongrê bi dawî bû û tê de hat gotin divê çanda heskirinê di navbera olan de were belavkirin û xîtaba nefretê ji holê were rakirin. Herwiha ji bo pêkanîna rihê mirovahiyê, nirxên civakî, jiyana aştiyane karekî hevpar were kirin.

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi encamnameyekê bi dawî bû. Hevserokê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk û serokê komîteya amdekar ya kongreyê Mihemed El-Xerzanî encamname xwend.

Encamname wiha ye:

1-Peyama olan ev e: Heskirin, aştî û edalet.

2- Kongrê wê ji bo têkiliyan navendekê ava bike ku li gorî pêwîstiyan wê komîte jê werin avakirin. Ev navend wê deriyê kongreyê yê berfirehekirina têkiliyên xwe li cîhanê be, bi taybetî li herêmên ku alozî di têkiliyan de hebin bixebite.

3-Li hemberî tundrawiyê banga xebateke hevpar were kirin.

4-Elaqe bi rola jinan di avakirina civakeke durist de were dayîn. Jin nîvê civakê ye û nîvê din perwerde dike û di hemû qadên jiyanê û xebatên kongreyê de şirîkeke aktîv e.

5-Eleqe bi ciwanan were dayîn. Ji ber ku stûnên civakî ne û hêviyên pêşerojê ne. Divê derfetên kar ji wan re were peydakirin bi awayekî ku sûdê li pêşeroja wan û civakê bike.

6-Eleqe bi zarokan were dayîn û li gorî derfetan alîkarî bi malbatên wan re were dayîn.

7-Kongre li dijî hemû cûreyên tundiya bi hemû reng û navên wê yên bawerî, olî, mezhebî ye.

8-Têkildarî dozên binpêkirinên mafên mirovan ên bi sedemên olî, an mezhebî, an jî neteweyî, kongre soz dide ku helwestên guncaw ragihîne.​​​​​​