Rojnameya Ronahî

`Emê vegerin û zeytûnên xwe av bidin`

Darîn Silê/Qamişlo

Dayîka bi navê Ferîde Bekir (40) ya ji gundê Çeqmaqê yê navçeya Raco, ku nêzî 60 malbatî lê dijîn, 4 zarokên wê hene, hevjînê wê jî ji bo debara malbatê bi rojê kar dike.

 

Ferîde Bekir got, berî dagîrkirinê jiyana gundê me mîna buhiştê bû û axaftina xwe wiha domand: Di dema baranê de min û cîranên xwe suhbet dikir û qehwe vedixwar. Zarokên me jî  di nava aramî û ewleyiyê de dijiyan. Me wateya koçkirinê nizanîbû. Em bêriya her kêliya gundê xwe dikin. Kesê bûyî sedema dûrbûna me ji gundê me, em wan lanet û şermezar dikin.

Dayîka Ferîde bîr xist ku gundên girêdayê navçeya Raco ji ber ku nêzî sînorê Tirkiyê ne bûn amanca êrişan û wiha dirêjî da axaftina xwe: Dewleta tirkî ya dagîrker dembidem êrişî gundê me dikir. Tevî êrişan em bi xaka xwe ve girêdayî bûn û ji malên xwe dernediketin. Lê 20ê Çileya 2018an dema ku dagîrkeran bi balafirên giran êrişî Efrîn kir, êrişeke giran bi ser me de jî hat kirin. Wê demê ji bo parastina zarokên xwe, em neçar man ku ji malên xwe derkevin û dûrî gundê xwe bikevin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê hat zanîn ku êrişa Tirkiyê ya ser bajarê Efrînê bû sedema koçberkirina zêdetirî 300 hezar kesî. Gelek ji wan ber bi kampan ve çûn. Weke kampa Serdem, Berxwedan, Efrîn, El Ewde û kampa Şehba.

Ferîde li ser hovîtiya dagîrkeran û çeteyên wan wiha got: “Çeteyan li her gundê derbasî wî dibûn malên wî talan dikirin û dişewitandin. Herwiha xelkên gund dikuştin û dest diavêtin jinan. Xuya ye ku êriş û dagîrkeriya bi balafiran têra wan nedikir. Ji bo wê sûc dikirin û bi awayekî dijmirovî û bêaxlaq nêzî gundiyan dibûn. Ji ber wê em li ser zarokên xwe tirsiyan û di sermaya dijwar de ji malên xwe derketin. Heta niha jî bûyerên kuştinê ji ber çavên me naçin. Zarokên me bi temenê xwe yê piçûk êş û bûyerên komkujiiyê dîtin. Gelek zarok jî malbatên xwe winda kirin û niha bê dêbav mane. Heta niha jî zarokên min her ku dengek tê ditirsin. Her roj êş û xwesteka vegera gundê me di dilê me de girantri dibe. Em pir bîriya gundê xwe dikin, xweziya min bi wan rojên xweş û ewle.” Dayîka Ferîde diyar kir ku rojên zehmet û dijwar derbas kirine heta ku gihîştine kampên Şehba û ev li axaftina xwe zêde kir: “Wek dayik êşa derketina ji warê xwe ji ya her kesî pirtir. Çimkî me bi xwîna xwe axa welatê xwe av daye. Dagîrkirina axa Efrînê ji bo her dayîka Efrînî weke guleya di dil de ye. Em dayîk ne êşa dagîrkirinê tenê, di koçberiyê de em ji her alî ve êşê dikişînin. Ferîde Bekir teqez kir ku, bi israr in ku vegerin gundê xwe û ser xaka xwe û got, heta niha li kampê jî em li her deverê kulîlk û daran diçînin. Çimkî bi çandina daran em Efrîna berê tînin bîra xwe. Wê rojekê were emê vegerin û zeytûnên xwe av bidin.