Rojnameya Ronahî

Bêdengiya dewletên garantor hevkariya bi dagîrkeriyê re ye

Jiyan Ebas-Qamişlo

Ehmed Gulo:” Êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li dewletên garantor yên li herêmê û civaka navneteweyî kir ku pêşiya êrişên dewleta tirkî yên li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bigirin.

 

Di berdewama şerê li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê de dewleta tirkî ya faşîst bi awayekî hovane û di çarçoveya domandina şerê qirkirinê yê li dijî herêmê de, 8`ê Çile êrîşî gundê Qeremox yê li rojhilatê Kobanê kir. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de zarokê 4 salî yê bi navê Ebdo Mustefa Henîfê hebû ku bi giranî birîndar bû û lingê wî jê bû.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ehmed Gulo êrîşên dewleta tirkiyê ya dagîrker şermezar kirin û diyar kir ku dewleta tirkiyê bi rêbazên cuda rijandina xwîna gelê herêmê didomîne, bi vê kîn û nefreta xwe ya li hemberî gelên azadîxwaz nîşan dide û got, armanca dagîrkeriya Tirkiyê veşartina pirsgirêkên wê yên navxweiyî, têkbirina projeya Rêveberiya Xwesere û tola têkçûna hevalbenda wê DAIŞ`ê ye ku ji aliyê QSD`ê ve hatiye têkbirin.

Wê xeyalên dagîrkerîyê têk biçin

Ehmed dagîrkeriya tirkî wek dijberiya mirovayiyê bi nav kir û axaftina xwe wiha domand: “Planên dagîrkeran têk diçin, ji ber wê êriş û gefên xwe li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dikin. Rêveberiya Xweser çawa li hemberî êrişên çeteyên DAIŞê li ber xwe da û herêm ji wan rizgar kir, wê li hemberî dagîrkeriyê jî berxwedaneke mezin bike û xeyalên dagîrkeran bişkîne.”

Gulo da zanîn ku armanca êrişên dagîrkeriyê pêkanîna projeya tarî ya bi navê Osmaniya nû ye û axaftina xwe wiha domand: “Dagîrkeriya tirkî dixwaze împaratoriya Osmanî zindî bike. Ji ber wê li herêmê dagîrkeriya xwe fireh dike. Lê wê nikaribe vê xewnê pêk bîne û wê li ber şapeya azadiyê biçe.”

Me bi bawerî û fikra xwe DAIŞ tine kir, emê planên dagîrkeran jî têk bibin

Ehmed da zanîn ku şoreşa azadiyê li Rojava dest pê kir û pişt re li bakur û rojhliatê Sûriyê belav bû. Bi bawerî û berdêlên mezin gelê herêmê, ji hovîtiya DAIŞê hat rizgarkirin û vê serkeftinê gelek neyarên azadiyê yên weke desthilata Tirkiyê jî aciz kirin. Ji bo wê Erdogan, bi her rê û rêbazê êriş dike û hewl dide ku şoreşa me tine bike. Lê li hemberî êrişan her tim berxwedan hebû û wê hebe û got, heta dilopek xwîn di canê me de hebe em vê xakê bernadin û em dizanin ku riya têkoşînê çareserî û azadî ye.

 

Em bi ti awayî dagîrkeriyê qebûl nakin

Ehmed Gulo bang li gelên azadîxwaz kir ku li dijî dagîrkeriyê asta berxwedanê bilind bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi ti awayî êrişên dagîrkeriyê qebûl nakin. Gelên herêmê gelek berdêlên giran dan û niha jî wê bi ruhê fedayî li hemberî êrişan bisekinin. Parastina xakê rewa ye û erkê her kesî ye. Cîhan tev armanca dewleta tirkî ya faşîst dizane. Ez bang li tevayiya rêxistinên mafên mirovan û saziyên demokratîk dikim ku bêdeng nemînin, lewra bêdengî tê wateya hevkariya bi dagîrkeriyê re.