Rojnameya Ronahî

‘Rizgariya gelan ji kaosê bi şkandina deriyê Îmralî ye’

Jiyan Ebas-Qamişlo

Dilşa Şawîş got, bi girankirina tecrîdê dixwazin navbera gel û Rêber Apo qut bikin. Lewra fikrê Rêber Apo û pergala Neteweya Demokratîk hêzên hegemonîk ditirsînin. Herwiha wê pêngav “Dem Dema Azadiyê ye” bi têkoşîna gelan deriyê Îmralî bişkîne.

 

Ji ber ku Rêber APO ji bo gelên Rojhilata Navî û bi teybetî ji bo gelê Kurd nûnertiya berxwedan, azadî û demokrasiyê dike, dagîrkeran ji bo desthilatdariya xwe xeter didît. Ji ber wê 23 sal in li girava Îmralî girtî ye û tecrîdeke giran li ser tê meşandin.

Rêber APO hêviya tevayiya neteweyên bindest e

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dilşa Şawîş tecrîda li ser Rêber APO bi tecrîda ser fikrê azad pênase kir û wiha got: “Rêber Apo, rêber û hêviya tevayiya netewyên bindest e, lê mixabin ji ber tirsa dewletên serdest ji ramanên wî, tecrîdeke girankirî li ser tê meşandin. Dewleta tirkî ya dagîrker dixwaze wî ji gel û cîhanê qut bike. Bi vê hewl dide pêşî li raman û felsefeya wî bigre.”

Dilşa Şawîş da xuyakirin ku felsefeya Rêber Apo rojbiroj dibe modela jiyana azad û axaftina xwe wiha domand: “Rêber Apo pergala xwe ya Neteweya Demokratîk bi pirtûkên xwe bi gel da nasîn. Gel û kesên demokrat û azadîxwaz encam jê girtin.”

Rêber Apo ji gelan re çarenûseke azad afirand

Dilşa Şawîş da zanîn ku bi dirêjayiya salên komployê, rojbiroj armanc û planên komplogeran zelaltir dibin. Herwiha da xuyakirin ku tecrîda girankirî ya li Îmralî û şerê qirkirinê yê li hemberî gel berdewama komploya navneteweyî ye.

Dilşa diyar kir ku berxwedana Îmralî û têkoşîna gelan ya di binê sîwana fikr û felsefeya Rêbertiyê de, planên hêzên komploger -ku armanca wan fetisandina gelên Rojhilata Navî ye-, bin xistin. Ji ber wê rojbiroj û bi şêwazên cuda tecrîda li Îmralî girantir dikin û axaftina xwe wiha domand: “Raman û fikrê Rêber Apo bingeh û kaniya azadiya li Rojhilata Navî ne. Rêber Apo bûye hêviya gelan. Bi fikir û felsefeya xwe ji gelan re çarenûsa azad afirand. Rêber Apo ji salên 2003yan ve ji bo pirsgirêkên Rojhata Navî anilîz û çareseriyan pêşkêş dike.”

Hem komplo hem berxwedan didomin

Dewleta tirkî dîlgirtina Rêber Ocalan bes nedît, ji ber wê tecrîdeke girankirî li Îmralî li ser dimeşîne. Dixwaze bi vê, dengê heqîqetê qut bike. Lê Îmralî ji girtîgehê veguherî semboleke berxwedanê û ji bo gelên Rojhilata Navî bû ronahî, jiyan û hêvî.

Rêber Ocalan bi parêznameya ‘Kurdên di Nava Pencên Qirkirina Çandî de’ parastina azadiya gelên Rojhilata Navî kir û banga avakirina neteweya demokratîk kir. Di dîroka mirovayiyê de ji bo heqîqetê lêkolîn kir û pirtûkên dîrokê derew derxistin. Em fêrî sosyolojiya azadiyê ya li ser civaka polîtîk-exlaqî kirin. Bi wê hêzên hegemon har bûn û ferman dan dewleta tirkî ku siyaseta qirkirina çandî û fîzîkî li Kurdistanê, Rojhilata Navî û cîhanê dijwar bike. Da destkeftiyên şoreşê yên bi fikirê Rêber Abdullah Ocalan pêk hatîn, têk bibin.

Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” wê deriyê Îmaralî bişkîne`

Dilşa Şawîş axaftina xwe bi vê bangê qedand: “Pêngava Dem Dema Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ye, divê bibe navneteweyî. Lewra Rêbertî ji bo mirovayiyê tevê têdikoşe. Ji ber wê divê her gel û kesayetên azadîxwaz tevlî vê pêngavê bibin. Teqez bi hevgertin û têkoşîna gelan, wê deriyê girtîgeha Îmralî bişke. Jixwe xelasiya gelan ji kaosê bi şkandina deriyê Îmralî ye.