Rojnameya Ronahî

Antolojiya êşên jinan: 20 jin 20 çîrok

Çîrokên 20 jinên nivîskar yên Kurd yên li Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û Dîasporayê di pirtûka bi navê Antolojiya Êşên Jinan “20 jin, 20 çîrok” de hatin tomarkirin û weşandin. Ji nivîskarên pirtûkê û di heman demê de berhevkara pirtûkê Yasemîn Elban têkildarî pirtûkê axivî. Yasemînê got, jinên Kurd afrîner in û pêwîst e bi berhemên bi vî rengî ji bo paşrojê mîraseke mayînde bihêlin.

Çîrokên 20 jinên kurd di pirtûka bi navê Antolojiya Êşên Jinan “20 jin, 20 çîrok” de hatin tomarkirin û li Weşanxaneya Nayê hatin weşandin. Bi mijarên cuda jinan hest, nêrîn û ramanên xwe bi çîrokên xwe anîne ziman. Berhevkara pirtûkê û yek ji nivîskara pirtûkê Yasemîn Elban têkildarî pirtûka bi navê Antolojiya Êşên Jinan “20 jin, 20 çîrok” nirxandin kir.

‘Yên herî baş dewlemendiyên civakê hildigirin zarok in’

Yasemînê di serî de pirtûkên xwe yên ku berê nivîsandine ji me re şîrove kir û wiha got:”Min weke set ji pirtûkên zarokan çap kir. Vê yekê min pir kêfxweş dikir. Min dewlemendî, şînatî, ajal û hemû xwezaya Kurdistanê da nasîn. Ji bo wenda nebe pêwîst e tu ji pêşerojê re hinek tiştan ragihînî. Ango yên ku herî baş çand û dewlemendiyên civakê hildigirin û ji bo pêşerojê bibin jî wê zarok bin. Armanca min jî ew bû ku bi çîrokan ez hinek agahîna parve bikim. Ji bilî çand û kelepora kurdî divê zarok navdarên xwe, destanên xwe û dîroka xwe jî binasin. Wekî helbestvana me Mestûre Xanim, dengbêjê me Evdalê  Zeynikê, feylesofê me Ehmedê Xanî, destanên me yên Dewrêşê Evdî û rewşenbîrê me Celadet Elî Bedirxan. Min ev weke setek bi navê  ‘Rojnivîska Xecê’ ji pênc pirtûkan pêk tê nivîsîye û ji weşanxaneya Darayê derketiye. Di pirtûka min a  bi  navê  ‘Asmîn û Bilbil’ de min cih daye erdinîgarîya herêma Tetwanê, bi kurdî navê ajal, pincar û xwezaya Kurdistanê. ”

‘Jinan bi çîrokên nivîsîn hestên xwe parve kirin’

Yasemînê wekî din jî di gelek projeyan de cih digire û ji bo rojname û kovaran jî nivîsan dinivîse. Niha jî bi berhevkariya ku ji bo pirtûka nû kiriye jî berhemek derxist. Yasemînê têkildarî berhema herî dawî jî ev gotin parve kir: “Bi piştevaniya weşanxaneyê û gelek rêhevalên me jî me çîrokên 20 jinan li ba hev kom kirin. 20 jinan bi çîrokên nivîsandine jiyana xwe û hestên xwe parve kirin. Her jinek xwedî çîrokekê ye. Bi 20 jinan re me ev çîrokên pirrengî kom kirin û parve kirin. Bi min ev cara yekem e ku xebateke jinê ya bi vî rengî tê kirin. Ev berhem, dê di dîroka wêjaye kurdî de cihê xwe bigire. Em ê hewl bidin ku xebatên me yên bi vî rengî tim bidomin û bi wêjeyeke xurt wek jin em ê hespên xwe di qada wêjeyê de biajon.”

‘Bi sedê salan e jin pêşengiya wêjeyê dikin’

Yasemînê bi lêv kir ku jinên kurd xwedî hêza afrîneriyê ne û wiha dewam kir:”Ger jin bixwazin dikarin her tiştî bikin û bi rê ve bibin. Beriya 400 salan jî jinên kurd bi performanseke serkeftî di dîroka wêjekariyê de cihê xwe girtine. Helbestên jinên Loristanê yên bi performanseke serkeftî ji vir û 400 sa berê helbest nivîsîne di asteke bilind de bû. Di salên dawî de jî jinên kurd bi ziman, çanda xwe dest bi nivîsandina çîrok, destan, helbest û nivîsan kirin. Em jî xwedî li vê mîrateya jinê derdikevin û ji bo bidin berdewamkirin jî hewil didin.”

‘Bi gotin û parvekirinê ew çîrok dewlemend dibin’

Yasemînê da zanîn ew hêvîdar in ku xebat û hevkariyên wan her tim bidomin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Ez bawer im ku wê pirtûka me ya dawî jî ji bo wêjeya kurdî bibe dewlemendiyek mezin. Ji bo wê em ji kesên ku di weşanê de ked dane spas dikin. Em ê hîna jî hewil bidin ku berhemên nû derbixin û bi xwendeya re parve bikin. Ez dixwazim her jina kurd binivîse û jiyana xwe jî binivîse, vebêje. Bi gotin û parvekirinê ew çîrok dewlemend dibin.”

JINHA