Rojnameya Ronahî

Nadine Maenza: Dewleta tirkî li herêmê dagîrker e

Komîsera Desteya Azadiya Olan ya Navneteweyî ya Amerîka Nadine Maenza, dewleta tirkî bi dewleteke dagîrker nav kir û têkildarî êrişên artêşa tirkî yên ser Kobanê bertek nîşan da.

 

Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenza serdana Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo kir.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, cîgirên Hevserokatiya Daîreya Têkiliyan Ebîr Êliya û Fener El-Giêt pêşwaziya komîserê kir. Her du aliyan derbarê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de civîneke ji ragihandinê re girtî li dar xist.

Her du aliyan bi kongreyeke çapemeniyê encamên civînê eşkere kirin. Di kongreyê de Ebdulkerîm Omer bixêrhatina komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenza kir.

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku di civînê de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, nexasim sûcên dewleta Tirk li dijî şêniyên li herêmên ku dagirkirine hatin nîqaşkirin. Her wiha behsa gefên dewleta Tirk hate kirin û hate gotin ku armanc ji van gefan têkbirina îstiqrara herêmê û piştgiriya DAIŞ`ê ye, da ku careke din li herêmê xwe bi rêxistin bike. Omer da zanîn ku îşaret bi aloziya herêmê ya ji ber girtina dergehên Til Koçer û Sêmalkayê hate kirin.

Komîsera Komîteya Amerîka Nadine Maenza jî axivî û îşaret bi kar û xebata Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina wê ji mafên hemû olan re kir. Nadine Maenza diyar kir ku ew ê tev li kongreya ku dê derbarê rewşa olên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dar bikeve, bibe û wiha dewam kir: “Ez ê di kongirê de behsa azadiya olên di qada cîhanî de, nexasim li Rojhilata Navîn û vê herêmê bikin. Li aliyekî din jî ez ê behsa atmosfêra  ku Rêveberiya Xweser ji kêmnetewe û olan re dabîn kiriye, bikin.”

Nadine Maenza wiha axaftina xwe dewam kir: “Ez ê behsa sûcên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, nexasim topbarana li dijî bajarê Kobanê bikin. Piştî hatina min a li vir bi çend saetan min agahiya topbaranna Tirkiyê ji bajarê Kobanê re bihîst, êdî cihê xemgîniyê ye ku di encamê de welatiyek şehîd bû û 12 kesên din birîndar bûn. Zarokek 4 salî jî lingê wî hate jêkirin. Tirkiye îdia dike ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê terorê dike, lê em berovajî vê dibînin.”

Nadine Maenza destnîşan kir ku sûcên hovane yên dewleta Tirk li dijî olên li herêmên dagirkirine, her wiha yên li dijî Suryan, Êzidî û Kurdan jî pêk anîne, di raporeke wan de hatine belgekirin. Nadine Maenza anî ziman ku wan di rapora xwe de dewleta Tirk bi dagirkera herêmê bi nav kirine.

Nadine Manza ev nirxandin kir: “Em dizanin ku mafên hemû kêmneteweyan û etnîsîtan di sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine parastin û baş dizanin ku armanca Tirkiyê ji van êrişan têkbirina îstiqrarê ye da ku hîn zêdetir erdê kontrol bike. ”

Nadine Manza îşaret pê kir ku divê DYA`yê û civata navnetweyî zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li van sûcên li dijî herêmên dagirkirî bîne.

Di dawiyê de Nadine Manza da zanîn ku wan di rapora xwe ya salane de îşaret bi wan xalan kirine: “Me di rapora xwe ya salane de gelek daxwaz ji DYA`yê kirine da ku di aliyê siyasî de piştgiriya Rêveberiya Xweser bike, her wiha îtîrafeke siyasî bi rêveberiya hikumeta herêmê bike û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûrî cezayên li ser hikumeta Sûriyê hatine ferzkirin, bixe. Di heman demê de divê Rêveberiya Xweser beşdarî hemû diyalogên têkildarî aloziya Sûriyê bibe.”

ANHA