Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zozan jî li Kurdan hatin qedexe kirin

06/07/2018
in Uncategorized
A A
Zozan jî li Kurdan hatin qedexe kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Geverê piştî Zozanê gundê Serdeştê hat qedexekirin, buhayê kirêya zozanan 2 qat zêde bû. Koçerên ku zozanên wan hatin qedexekirin, neçar man ji bo 40 rojan bi 20 hezar lîreyên Tirk zozan kirê bikin. Welatiyên ku 3 salin heman rewşê dijîn xwestin qedexeyên zozanan bi dawî bibe.
Li Colemêrgê 7 meh borîn hêj qedexeyên zozanan bi dawî nebûne. Li şûna qedexe bi dawî bibin, qedexeyên din tên îlankirin. Welatiyên herêmê ku koçer in û debara xwe bi sewalkariyê dikin, li dijî qedexeyan bi îsyan û hawar in. Welatiyên gundên herêmê diyar kirin ku 3 salin di bin qedexeyan de dijîn û xwestin qedexeyên zozanan bi dawî bibin. Welatiyên gundê Serdeştê yên navçeya Geverê 3 salin di bin qedexeyan de dijîn.
ÊDÎ BES E
Welatiyên gundên Serdeştê yên ku 3 salin di bin qedexeyan de dijîn û nikarin biçin zozanên xwe bertek û nerazîbûn nişan dan û gotin êdî bes

e. Welatiyê Gundê Serdeştê Musa Karaman li dijî qedexeyên zozanan bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Piştî bahar hat û demsala zozanan dest pê kir, herêm hatin qedexekirin. Ji ber vê yekê em neçarin biçin zozanên derve. Em ji bo 40 rojan 20 hezar TL heqê mêrg û sozanê didin. Zivistan dijwar derbas bû û pêwiste em biçin zozanan. Lê zozanên me hatin qedexekirin. Em neçarin biçin zozanên derve. 3 salin em di bin qedexeyan de dijîn. Em nikarin biçin zozanên xwe. Êdî bes e bila ev qedexe bi dawî bibin. Em bi vî şiklî nikarin sewalkariyê bikin.
Karaman, anî ziman ku li gundê wan welatî tenê debara xwe bi sewalkariyê dikin û wiha got: “Ji ber 3 salin zozan tê qedexekirin û sewalkarî zahmet e hêjmara sewalên gund ji 15 hezaran mihî (pez) daket 7 hezar mihî.”
Welatî Suleyman Karaman jî anî ziman ku piştî zozan hatin qedexekirin lêçûna wan 4 qat zêde bûye û êdî nikarin sewalkariyê bikin û nikarin pez xwedî bikin. Karaman wiha got: “Ewlehiyê hincet nîşan didin. Lê ez 70 salî me û heta niha her dem derketim zozanan. Heta niha tiştek li min nehat. Tiştek ne bi me û ne jî bi sewalên me hat. Di 3 salên dawî de ji ber polîtîkayên hikûmetê malê me tune dibe. Niha zozanên Warê Marê û Kelûkê qedexe ne. Em nikarin biçin zozanên xwe
7 MEH IN ZOZAN QEDEXE NE
Karaman, destnîşan kir ku Erdogan 7 meh berê soza ku qedexeyên sozanan rake da û wiha got: “Buhayê kayê zêde bûye. Berî ku qedexe bê îlankirin me hemû giha û ka ji der û dora gund kom dikir. Lê niha em neçarin ka û gihayê ji derve bikirin da ku em zivistanî bikin êm û bidin pezê xwe. Em êdî nikarin pez xwedî bikin. Serokomar 7 meh berê soz da ku qedexeyan rake. Lê 7 meh derbas bûn, Zozan hêj qedexe ne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.