Projeya dengvedana werzîşê ya ku ji hêla komeleya El-Emel Sûriya Olmpiyada werzîşê li Stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo, bi beşdarbûna nûnerên Rêvebiriya Xweser, her wiha di bin parstina hêzên Asayîşê, Asayîşa Hewarê û Sotoro di 1’ê Tîrmehê de hate li darxistin ] w, heftiyek, dewam bike. Her wiha ev cara yekemîne Stadyomên Fotbolê ya bajarê Qamişlo bi wêneyên Werzîşên Olmpiyadê têne xemlandin.
Bi piştgirtiya pisporên werzîşê yên herêmê û bi alîkariya kesên ku bingeha ciwanên werzîşê yên Nûhatî avakirin. Ev Projeya dengvedana werzîşê ku beriya salekê li Stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo hatiye destpêkirin. Ji bo li darxistina olmpiyadê Piştî imza kirina peymanê di navbera Yekîtî û Komeleya El-Emel a Sûrî, Yekîtiya werzîşê ya Herêma Cizîrê Stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê, Heysem Kiço û yaneyên werzîşê xiste xizmeta olmpiyadê de. Her wiha perwerdêr, dadwer û lîstikvanên werzîşê yên ku di yaneyan de dilîzin û çavdêrvanên şampoyn û dewreyên Herêma Cizîrê çi lîstikên tekane û çi yênê giştî jî beşdarbûn.
OLMPİYAD WÊ HEFTİYEKÊ
DEWAM BİKE
Lîstikên ku di vê Olmpiyadê de bêne lîstin jî evin: Karatê, Fotbul, Basketbul, Şetrenc, Volebol û Pînpong, her wih
a jin û mêr ji temenên cuda beşdar bûn.

Hêjayî gotinê ku ev Olmpiyad ji 1’ê îrmehê destpêkir û heya 7’ê mehê dewam bike, her wiha bi xelatkirina lîstikvanên serketî Olmpiyad bi dawî bibe.” Ronahî/Qamişlo






