Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siyaseta Zelal!

05/01/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xweserî û xwelîserî
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

 

Gelek alî û kes, li ser vê siyaseta zelal a Kurdan dipeyivin û bi giranî li ser vê ne zelelayê rexneya li tevgêrên Kurdistanî dikin.

Erê her çendîn siyaseta Kurdistanî hemû bi hêv ve girêdayî be jî, jiber ku siyaset li Rojava germtir e, lewma ev mijar li vir pirtir di rojevê de ye.

Balkêş e ku Wezîrê Derve yê Rusyayê S.Lavrov jî, li ser vê mijarê bi rexnegerî got; “Kurd, tên vêderê jî lê di siyaseta xwe de ne zalal in û hwd”!

Ne kesekî ji rêzê ye Lavrov, ne bi tenê Kurdistanê siyaseta cîhanê jî baş nas dike. Lê wisa diyar e, wê zihniyeta xwe di ser cîhanê re dibînin, di rêveberiyên van dewletên sergirdên cîhanî de gelek li pêş e.

Di vê gotina wî de ya ji bo Kurda gotiye, gelek aşkere tê dîtin ku çendin gelên mîna Kurdan ên bindest biçûk dibînin.

Lê divê êdî zanibin Kurd ne kurdên berê nin. Hîm êdî zana bûn e, him jî êdî xwedî siyasetek hêja ya serbixwe nin û siyaseta wan êdî ne veşirti ye, ji xwe aşkere ji raya giştî cîhanê re jî dibêjin. Her wiha wexta tên cem we jî, gelek bi zelalî ji we re jî dibêjin, ka çi dixwazin û hwd!

Eger mirov bêje, yên weke berê mayîne yên weke Lavrov in, ev ne rexneyeke girane. Dibe ku kesên wisa xwe weke dîplomatên cîhanî mezin bibînin, lê gelo ew ê çendîn bi kêr bê?

Ji ber ku êdî ne bi tenê siyasetmedar û diplomatên kurdan dikarin siyaset û armancên xwe bi parêzin û dikarin diplomasiya hemdemî bidin meşandin, belê gelê kurd jî têra xwe jîr bûye, polîtîkayê û ji diplomasiyê zanin birêvebibin.

Gelê Kurdistanê, bi bêbextiya Rûsyayê ve, dewleta Tirka çawa Efrîn dagir kir, jibîr nekiriye. Lewma wexta ku dewriyeyên wan derbasî gund û bajarên Rojava bûn, gel bi kevir û daran li maşînên wan ên leşkerî dan. Ev hêrsa gel, nuha jî dewam dike. Her heman hilwest û bertek, piştî dagirkirina dewleta tirka ya Serêkaniyê û Grêspî, li dijî dewriyê Emerîka jî hate nîşandan.

Kurt kurmancî Lavrov, dixwaze tevgêra gelê Kurdistanê (Rêveberiya Xweser) bixe xizmeta siyaaseta xwe. Wateya vêna jî, “têkiliyên xwe ji Emerîka biqetînin, werin bikevin xizmeta me û xwe radestî rejîma Şamê bikin”!

Cewherê armanca Emerîkayê û armanca siyaseta hemû dewletan ev e!

Ji derveyî gotinên mîna Lavrov’an, eger lawazî û kêmasî hebin yên Rêveberiya Xweser, hilbet divê were dîtin û were sererastkirin.

Mînak, hinek nûnerên van dewleten gelek caran dibêjin “lazim e hûn wisa û wisa bikin, da ku em jî karibin dewleta tirka qayil bikin ji bo êrîşî we neke”! Van gotinan ji bînî ve derew in, jiber ku destûra wan nebe dewleta tirka nikare gavekê jî bikeve Rojava. Lewma divê ji van rayedaran re, zelaltir were gotin; “filankes êdî bes e, van nesîhetan û gotinan ji me re nebêjin û hwd.”!

Divê êdî şerm bikin, jibo wan gotinên ne layiqî gelê me ku ji me re bêjin. Bila baştir nas bikin ku gelê Kurdistanê bi îradeya xwe ya azad dixwaze, ne hêzek biyanî wan birêve bibe, ew xwe birêve bibe û êdî azad û wekhev bijî!

Erê di nava Kurdan de yên dev ji rizgariya welat û gelê xwe berdane û ketine xizmeta wan jî hene; eha rêveberiya Erbîlê û ENKS’ê! Bila li hev bimbarek bin.

Em û gelê xwe û dostên rast jî li hev bimbarek bin!

Li ser vê bingehê sala nuh a 2022’an li gelê me pîroz be!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.