Rûstem Başûr
Egmirov rasterast li herêma Şingalê binêre, ji bo civaka Êzîsî cihekî wê yê stratêjîk heye ku bê wê gelê Şingalê nikar debara xwe bike. Çawe ku mirov nikare bê bêhnstandin bijî, civaka Êzîdî jî nikare bê Şingal bijî. Ango Şingal cihê pîroziyê ye û nabe ku mirov qala wê neke. Li ser vî bingehî eger mirov li dîrokê binêre, gelê Şingalê ji bo hebûna xwe têkoşîneke mezin daye.
Bêguman îro êrîşên ku hiş û wijdanê mirovan nikare rake hem li ser Rojhilata Navî, hem li dijî civaka Êzîdî dibe. Bi rengekî hovane bi ser gelê me de diçin, ku armanc ew e ku hafîzeya mezin ya civakan tine bikin. Ya rast ev bûyer li Şingalê bi giranî dewam dike. Ji ber dibînin ku Şingaliyan êdî xweserî bi dest xistiye û ji raya giştî re bûye mînak.
Çawa ku tê zanîn 3yê Tebaxa 2014 an PDKê bi awayekî Şingal radestî DAIŞ ê kir û civaka Êzîdî li hemberî fermana 74 an rûbirû hişt. Îro jî di pilanên PDK’ê de heye ku Şingal radestî AKPê bike. Jixwe di asteke mezin de dike. Rojana bi hevkara xwe AKPê re li diî YBŞ’ê her cure planan bi awayekî veşartî dike. Lê rastiyeke domdare ku wê gelê Şingalê li hemberî van planan li ber xwe bide.
Rewşa îro li Şingalê di rewşeke giran û xeter de ye. Lewra PDK dixwaze Şingalê bêstatû bihêle û di nava pêlên xedar de ragire. Lê gelê Şingalê vê qebûl nake. Mirov dikare bêje ku ti ferq di navbera PDK û AKP’ê de nînin. Jixwe armancên wan jî yek in û her Kurd ji vê lîstikê xwedîagahî ye. Ev ne tiştekî nû yan jî veşartî ye. Hevkarî û hevalbendiya wan eşkere ye. Çi planên Tirkan li dijî Kurdan hebin PDK pêk tîne. Dibe ku cudayiya di navbera PDK û AKPê de ew be ku bi kurdî diaxive, lê rastiyek ku ti caran PDK xeta gelan ji xwe re nake bingeh.
Îro jî li Kurdistanê PDK û hevkara xwe AKP di nava her qirêjiyê de ne ku Kurdan bifetisînin û xwe li ser mîrasê wan bi cî bikin. Ji ber wê dixwazin bi êrîşan gelê Kurd bêdeng bikin û desthiyatiya xwe bi ser wan de bisebînin. Li ser vî bingehî di vê serdemê de, pîwîst e gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz li hemberî êrîşên PDK’ê û dewleta Tirkan hişiyar bin û helwesta xwe ya dîrokî diyar bikin ku li hemberî êrîşan bibin kelem.






