Rojnameya Ronahî

Dadweriya civakî di navbera têgîn û wateyê de

Gulal Kasanî

 

Têgîn dadweriya civakî pir kevin e. Di ramanê Misrî yê kevin, di zagonên xweda MA`IT de ku hînkerên wî ji 42 xalan pêk dihatin, hatiye xuyakirin. Piştî wan felsfeya Çînî ya kevin û ya Yewnaniyan hatiye. Ew bixwe zaraveyekî kasolokî ye. Li nik Eresto bi navê dadweriya giştî dihat naskirin (General Jostîk).

Têgîna dadweriya civakî, cara yekê di serdema nûjen de, sala 1840`î ji aliyê keşeyê Îtalî Liwîjî Taparêlî Dazîliyo ve hatiye bikaranîn û bingeh û rêbazên wê danîne.

Ji bo pêkanîna dadewriya civakî, çend rêbaz û hêmanên serke, hene.

1- Bê cudayiya di navbera netewe, nijad û olan de.

2-Dabînkirina civakî (Edman Ict’maaî) ji kesayetên civakê re, dilametkar, karker, zarok, jin û pîr; ji aliyê abûrî ve û çi ji aliyê tenduristî ve jî be.

3- Belvakirina hilberînên xuristî, bi şêwazekî dadwerî ji bo tevayiya welatiyan.

Herwisa zanyar, endezyar û şêwekarê Îtalî Rafaylo Sanziyo, ji bo pêkanîna dadweriya civakî di civakê de du endamên sereke nîşan dide: Endamê yekê ew e ku kesayatên civakê tev ji yek xêzê pêş ve biçin. Dudu, dewlet û hikûmet bêalî jiyanê pêkve bibin.

Ji bo ku têgîna dadweriya civakî û wekhevî têkilî hev nebin divê em bînin bîra xwe ku dadweriya civakî ne ew e û nayê wê wateyê ku keseyetên civakê tev di yek astê de bin; her yek li gorî hêz û xebata xwe, her yek li gorî pîvanên kar, li gorî asta wî ya xwendinê.

Zarava dadweriya civakî ji aliyê ramanê oldarî ve jî hatiye gengeşekirin.

Salên 40`î ji çerxê 19`an, zanyarê Italî Loycî Tabarêlî yê ku di çarçoveya bîrdoziya xwe ya Yasaya Xuristî de, bingehê dadweriya civakî li ser prensîba Incîlî (Hezkirina Biratî ) sazkiriye. Lê di Islamî de weke ku rojnemevanê Misrî Mihemed Cibrîl nîşan bi wê yekê kiriye ku zaniyarên ola Islamî mîna Cemal Edîn Elfxanî û Mihemed Ebda mijara dadweriya civakî, di nivîsandinên xwe de mijûlî nebûne.

Paşê ji aliyê ramanê sosiyalîzmê ve jî ji wan Robert Ewîn, San Sîmon, Şarl Fiyorê, Hopiz û Con Roliz ku rêbazên wan li ser dest Karl Marx hatine pêşxistin, li ser mijara dadewriya civakî pir gengeşe kirine.

Ji sedema girîngiya vê mijarê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve jî bi guhdan bûye, ji ber wisa Komelgeha Giştî Ya NY sala 2008`an bi şêweyekî fermî ragihand ku 20`ê Sibatê bibe roja cîhanî ya dadweriya civakî.

Tevî ku li Rojhilata Navî hemû ramên pêşketî belav bûne û her rejim desthilatê bi dest dixe û dadweriya civakî dibe ji dûrişmên wê rêjimê û tevî ku li civaka Rojhilatî bingehekî oldarî jî heye, lê heta niha kêm ji wan welatan dadweriya civakî di nava civaka xwe de, pêk anîne. Ji ber wê ev pirs tê kirin:

Ji bo çi heta niha sitem, zor û kedxwerî dewam dike û dadweriya civakî li welatên Rojhilata Navî pêk nehatiye? Çima heta niha gelên bindest di binê darê zorê de, dinalin?