Rojnameya Ronahî

 Dagîrkeriya tirkî li ser tevayiya gelên azadîxwaz xeter e

Mihemed Xanim/Qamişlo

Es’ed Menan: “Dewleta tirkî ya dagîrker bi gef û êrişên ser gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, dixwaze temenê desthilatdariya xwe dirêj bike.”

 

Bi armanca şkandina vîna gelên herêmê û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê bênavber didomîne. Di nava bêdengiya cîhanê de, Erdogan û çeteyên wî gefên xwe yên ser herêmê zêde dikin û ji bo qirkirina gelên herêmê, bi hêzên navdewletî re di nava bazarê de ye. Li ser vê mijarê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Es’ed Menan ji me re axivî.

Menan bîr xist ku ji destpêka krîza Sûriyê ve, dewleta tirkî ya dagîrker gefên dagîrkirinê li  herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ya dagîrker, dixwaze xwe li bakur û rojhilatî  Sûriyê bi cih bike û siyaseta xwe li ser vî bingehî dide meşandin. Tirkiye ku li ser asta Rojhilata Navî dewleteke netewperest û faşîst tê nasîn, her dem hewl dide vegere peymana neteweyî (Mîsaqê Milî) da bakurê Sûriyê û Iraqê dagîr bike. Rayedarên tirkî li ji bo xewn û xeyalên dagîrkeriyê bi şev û roj planan saz dikin. Dagîrkerî dixwaze ji krîzên Rojhilata Navî sûdê bigire û dagîrkeriya xwe li herêmê fireh bike.”

Armanca dagîrkeriyê tinekirina destkeftiyan e

Menan da zanîn ku siyaseta dewleta tirkî ya faşîst ji her kesî re eşkere bûye û wiha dewamî da axftina xwe: “Siyasta dewleta tirkî zelal e; Projeya Biratiya Gelan ya demokratîk û aştîxwaz ya li ser bingehê wekhevî û edaleta civakî ava bûyî qet qebûl nake. Eşkere dibêje, ‘hebûna statûyeke demokratîk ji me re xeter e’. Ji ber wê gef û êrişên wê yên dagîrkeriyê yên ser herêmê wê di rojevê de bin. Dewletên faşîst her ku lewaz dibin, hov û dîntir dibin.”

Menan bal kişand ser krîzên hundirê Tirkiyê û wiha axivî: “Dagîrkeriya tirkî di krîza aborî, siyasî, doplomasî û civakî de derbas dibe. Ji ber daketina bihayê lîrayê tirkî beramberî dolarê Amerîkî di rojên dawî de, li bajarên mezin xwepêşandan hatin lidarxistin. Hikûmeta AKPê dixwaze krîzên di hundir de derbasî welatên derdorê bike. Derveyî şer ti rêbazên din li cem nemane.”

Rûsya û Amerîka ji bo berjewndiyên xwe kar dikin

Menan da xuyakirin ku dewletên wekî Rûsya û Amêrka, ji bo berjewendiyên xwe beşdarî krîza Sûriyê bûn û axaftina xwe wiha domand: “Dagîrkeriya tirkî li ber çavê tevayiya cîhanê komkojiyan dike. Rûsya û Amrîka qaşo li herêmê garantor in lê xwe bêdeng dikin. Dîroka her du dewletan ji her kesî re diyar e. Ji bo berjewendiyên xwe dikarin bi milyonan mirovan bidin kuştin. Rûsya di têkbirina Komara Kurdistanê de roleke qirêj lîst û xiyanet li Qazî Mûhemed kir. Herwiha li Efrînê jî, dîroka xwe ya qirêj dubare kir. Amrîka ji Efxanistanê vekişiya û gelên wê di nava destê rêxistina Talîbanê ya terorîst de hiştin. Niha jî dixwazin gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe bikin gorî. Lê wê negihin armanca xwe. Lewra bê gelê Kurd ti çareseriya kirîza Sûriyê ne pêkan e.”

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Es’ed Menan ji gelên herêmê xwest ku rêxistinbûna xwe xurt bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîst e em hêza civakê bikin bingeh û li ser bingehê çanda gelê berxwedêr li ber xwe bidin. Lewra ti hêzên navdewletî wê gel neparêzin. Çavên dewletên faşîst li ser herêmên Rêveberiya Xweser e. Ji ber wê Rêveberiya Xweser ji bo berxwedana li hemberî êrişan di nava amadekariyê de ye. Peyama me ji bo cîhanê wiha ye: Çawa bakur û rojhilatê Sûriyê bû sembola berxwedanê, berxwedan jî wê berdewam be û êriş têk biçin.”