Rojnameya Ronahî

JIN Û JIYAN

Hêvî Efrîn:

 

Peyva ‘jin’ê gelek wateyên wê hene. Dema em dibêjin jin bi awayekî zindî jiyan û xweşikbûna wê tê bîra me. Lê dema em bi awayekî rast jinê binirxînin emê bikarin gelek tiştan sererast bikin. Lêbelê eger em rast nenirxînin emê rastiya heyî berûvajî bikin. Çawa ku di roja îro de rastiya jinê hatiye berûvajîkirin û bi awayekî gelek çors nêzî jinê dibin. Dema em li bingehê avabûna jiyanê binêrin ka bi destê kê hatiye neqişandin emê nikaribin ji bin barê wê rabin. Lewra destpêka mirovayiyê çawa xwe li hemberî bûyerên xwezayî û lawirên hov parastine û jiyana xwe domandine, nehatiye bîra jinê ku xwe li hemberî mirovan biparêze. Lewra xwediya hebûna mirovayiyê ye. Çawa mirov xiyanetê li dayîka xwe ya xwedawnd bike û nasnamey jina dayîk reş bike? Lê ev di Zîgoratên Sumaran de bi destê zilamê zalim û hoste hatiye kirin. Ji bo avakirina serdestiya li ser mîrasa dayîka xwedawend, şerekî li hemberî dayîka xwedewand şerekî dijwar kir. Ji bo serdestiya xwe bi civakê bide qebûlkirin, zilamê şaman dest bi gelacî û kîna li hemberî jinê kir û jin weke pîrhevok û şeydan bi civakê da qebûlkirin. Çawa bi destê Mardok xwedaweda Tiyabet bi sê tîran hat kuştin, ji hingê heta niha hêdî hêdî ji hebûna xwe ya jiyanî hat dûrxistin. Jin ji gelek aliyan ve û ji parastina jiyanê hat dûrxistin. Herwisa ji nasnameya xwe xerîb ma. Di hemen demê de ji qada siyastê, çandê, ziman, zanist û hwd. hat dûrkirin.

Ji ber wê dema em li civaka xwe dinêrin, ne jin ne jî civak dikare xwe biparêze. Ji ber wê îro sîstema hegemonîk ya desthiladar serdestiya li ser jinê tenê nekiriye, li ser civakê û jiyanê tevê kiriye. Di roj me ya îro de her roj bi hezaran jin dibin qurbana desthiladariya kaptalîst û li seranserê cîhanê bêparastin maye û ji zanistê hatiye dûrkirin. Ne sazî ne pergal li mafê jinê xwedî dernakevin. Destdirêjî lê tê kirin û ji aliyê hemserê xwe ve tê kuştin. Zarokên keç tên zewcandin û ev jî dibe sedama xwekuştina jinê. Jin her roj di nava pergala heyî de tên fetisandin. Lê ti kes bi êşa wê nahese. Ji ber wê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngî da azadiya jina Kurd û got, eger jin rizgar nebe, ne mûmkin e welat jî rizgar bibe. Bi saya têkoşîna Rêber Apo, îro jin dikare di her qada jiyanê de bibe xwedîrol. Îro milbimil tevayiya civaka xwe diparêze. Jin îro bûy sebola berxwedanê û di her qada jiyanê de carek din bûy xwediya rola serke. Ji ber wê despêkê Rêber Apo digot, wê sedsala 21ê bibe sedsala jina azad. Îro jinê bi vê têkoşîna xwe piştrast dike. Jiyana azad wê bi jina zane û misoger bibe.