Rojnameya Ronahî

Sala 2021’ê têkoşîn û berxwedana bênavber ya jinê

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Li bakur û rojhilatê Sûriyê sala 2021’ê sala têkoşîna jinê bû. Jinê vê salê di warê siyasî, deplomasî, leşkerî, civakî û aboriyê de -di serî de têkoşîna li hemberî hişmendiya mêr ya desthilatdar-  destkeftiyên mezin tevlî mîrasa xwe ya têkoşînê kirin. Lêbelê li hemberî van destkeftiyan, hovîtî û sûcên desthiladariya dagîrker û hişmendiya paşverû jî pirtir bûn. Ev jî ji jinê re bû egera xurtkirina têkoşîna azadiyê.

 

Li Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo parastina destkeftiyên xwe û yên şoreşê sala 2021ê jinê têkoşîna xwe geştir kir. Nexasim di Peymana Civakî û Pergala Hevserokatiyê de ku tê de rêjeya beşdariya jinê ji sedî 50 ye. Têkoşîna jinên herêmê bi erdnîgariya herêmê ve sînordar nema, rojbiroj û salbisal bandora xwe li jinên cîhanê pirtir dike û ji jina azad û têkoşer re dibe mînak.

Têkoşêna jinê ya li Rojava ji têkoşêneke hevbeş ya jinên cîhanê re bû pir

Şoreşa Rojava ku 19ê Tîrmeha 2012’an bi pêşengiya jinan dest pê kir, bi berxwedana gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ji jinan û dostên demokarsiyê yên cîhanê re bû hêman. Têkoşêna jina Kurd, Ereb û Aşûr bû hêviya azadiya jinê û têkoşîna li hemberî hişmendiya desthilatdar ya mêr.

Li ser vî bingehî, jinê parastina destkeftiyan û têkoşîna misogerkirina azadiyê, sala 2021’ê domand. Di xebata jinê ya vê salê de, 30 rêxistin, tevger û saziyên jinê bi dûrişma ‘Na Ji Bo Dagîrkeriyê, Emê Jin û jiyanê Biparêzin’ dest bi pêngavekê kirin. Armanca pêngavê eşkerekirina sûcên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê, yên li dijî jin û zarokan û xwezayê yên li herêmên dagîrkirî, bû.

Herwisa rêxistin û jinên bakur û rojhilatê Sûriyê bi beşdariya gelek jinên biyanî yên azadîxwaz di nava vê salê de têkildarî sûcên li hemberê jinê, 30 semînerên li dar xistin.

Di heman salê de bi rêbaza ZOOM ku jinên welatên erebî tevlî bûbûn, li ser diyaloga kurdî-kurdî, sûcên li hemberî jinê li welatên erebî û sûcên çeteyên Tirkiyê li sûriyê, 3 semînerên berfireh hatin lidarxistin.

Herwisa bi armanca piştgiriya Hêzên Parastina Jinê (YPJ) û têkoşîna jinan li bakur û rojhilatê Sûriyê, bi beşdariya 368 kesayet û 31 rêxistinên herêmî û navnetweyî yên jinê, kampanya imzakirinê dest pê kir.

Herwiha ji bo xurtkirina têkoşîna jinê ya hevbeş 6ê Adara 2021ê jinên Efxan, Faris, Ereb û Kurd kongereyeke berfireh bi sîstema ONLAIN hat lidarxistin.

Di dawiya salê de jî ji bo rêzgirtina li hemberî  têkoşîn û xebata şehîd Hefrîn Xelef, şaredariya bajarê Liyon yê Fransa, navê wê li qadeke bajêr kir.

Di dawiya Kanûna 2021ê de şandeke jinên Rojava bi vexwendineke fermî ji aliyê  herêma Baskê ve ji bo xurtkirina têkilî û danûstendinan di nava gelan de, herwiha teqezkirina mafê gelan û diyarkirina çarenûsa xwe, serdana welatê Baskê kir.

Ji bo aboriyeke xweser rola sereke ya jinê ye

Li ser asta xwecihî sazî û rêxistinên bi karê jinan re têkildar, li dijî hişmendiya desthilatiya mêr ji bo jin, xweza û nirxên mirovayiyê ji nû ve biparêzin, bi perwerdeyên hişyarî di warê siyasî, civakî, aborî û çandî de têkoşîna jinê hat mezinkirin.

Tevî xebata fikrî û perwerdeyî, kursên pîşeyî ji aliyê kesên pispor ve ji bo bihêzkirina hêza kar ya jinê hatin dayîn. Herwiha sazkirina projeyên aborî yên piçûk yên zeviyên çandiniyê ku bi dest û karê jinê bên birêvebirin, pêş ketin.

Sala borî 5 hezar û 800 donim zeviyên çandiniyê bi rengekî komînal ji jinan re, ji bo çandina genim û ceh, hatin veqetandin.

Herwisa rêveberiya Aborî li herêma Cizîrê li navçeya Dêrikê Kargeha Zozan ya penîr û şîranî ku ji aliyê jinan ve tê birêveberin, vekir.

Ji bilî projeyên xweser yên jinan, di nava projeyên aborî yên mezin de ku sala 2021ê li herêmê hatin vekirin, mohra jinê li ser hebû. Di projeya kargeha zeytê ya Girbawî ya girêdayî Qamişlo (26ê Çileya 2021ê vebû) û kargeha tekstîlê ya li Hesekê (5ê Kanûna hat nûjenkirin û vekirin) de rola jinê sereke bû.

Jin û parastina civakê  

Ji bo zêdekirina parastin û hişyariya jinan, rêveberên jin di nava Hêzên Parastina Jinê de 15.11.2021’ê civîna xwe ya yekê ya salane bi dirûşma “Bi nêzîkatiya berxwedana jinan û bi ruhê Berxwedana qadên gerîla, parastina civakê erkê me ye” li dar xistin. Di encama vê civînê de ev biryar hatin standin ;

-Zêdekirina akademiyên jinê,

-Di warê parastina bingehî de organîzekirina dewreyên hişyariyê,

– Bi armanca xweparastinê vekirina dibistanên karate û tekwando

– Li tevayiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê avakirina navendên sivîl ji bo parastina rewa ya jinan.

Sûcên dagîrkeran 

Li hember van destkeftiyên jinê û têkoşêna wê ya li hemberî cudayiya zayendî, dewleta tirkî bi ya dagîrker bi hişmendiya qirkirinê li herêmên dagîrkirî û li herêmên din yên di bin serweriya şoreşê de sûc û êrişên li ser jinê dijwartir kirin. Weke her sal di vê salê de jî bi armanca jihevxistina civakan û civakbûyînê, êriş, sûc û şerê taybet li ser jinê pêk anîn.

Derbarê sûcên dewleta tirkî ya dagîrker yên li herêmên dagîrkirî û taybet yên li hemberî jinê Navenda Lêkolîn û parstina Mafên Jinan ya Sûriyayê di nava sê salên  dawî de bi raporekê diyar kir ku ji ber dagîrkeriya dewleta tirkî milyonek sivîl ku %60 ji wan jin in, ji ber dewleta tirkî koçber bûne. Herwisa li navçe û gundên Efrînê bi belgeyan hat piştrastkirin ku bi destê Tirkiyê û çeteyên wê bi işkence, topbaran û gulebarankirin ; xeniqandin û lêdanê 66 jin hatin kuştin. Li heman herêman zêdetirî 149 jin ji aliyê dagîrker û çeteyên wê hatin revandin.

Hişmendiya paşverû û astengî

Tevî xebata gelek rêxistinên çalak yên parastina mafên jinan li bakur û rojhilat Sûriyê, di encama kevneşûpî û paşverûya mêranî ya nava civakê de jî, bi destê zilam şideta li ser jinê her roj tê kirin.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li hemberî sûcên li ser Jinê, amarên sûcên sala 2021an yên li bakur û rojhilatê Sûriyê eşkere kirin û wiha got: “Kuştin 39, Lêdanên ku hatin tespitkirin 92, gefên kuştinê 24, destdirêjî 5, xwekuştin 34 , hewldanên xwekuştinê 34 di vê salê de çêbûyine”.

Di 19.11.2021ê de Meclîsa Jinan ya edaleta Civakî ya Cizîrê konferansa xwe ya sisiyan bi dirûşmeya ‘Bi têkoşîna jinan edaleta civakî pêk tê’ li dar xist.

Meclisê di raporên xwe de hejmara dozên sûcên li ser jinê ya sala 2021an de, yên ji aliyê Serdozgeriyên hatine vekirin wiha eşkere kir ” pirjinî 193, zewaca di temenê zarok de 73, lêdan 175, kuştin 48, xwekuştin 12, destdirêjî 29, destavêtin 23 hene.”

Herwisa dosyayên têkildarî jinan li Cizîrî 9 hezar û 464 in û 6 hezar û 378 jê hatin çareserkirin ; 2 hezar û 588 ji bo Dîwana Edaletê hatine şandin û 503 ji bo saziyên din hatin şandin.

Malên jinan bi armanca belavkirina hişyariyê di nava civakê de, serdana 8 hezar û 496 malan kirin. Herwiha hezar û 42 semîner li ser pirsgirêkên jinan yên weke zewaca di temenê zarok de hatin dayîn.

Birêxistin û çalakiyan jin têkoşîna xwe geştir dike

Ji bo têkoşîna li dijî sûcên li hemberî jinan 21ê Mijdara 2021ê rêxistin û saziyên jinan yên bakur û rojhilatê Sûriyê dest bi kampanyayekê kirin. Bernameya xwe ya çalakiyên bi pêmana Roja Têkoşîna li hemberî sûcên li Hemberî Jinê ya Cîhanê, 25ê Mijdarê bi dirûşma “Têkoşîna ji bo têkbirina tundî û dagîrkeriyê” eşkere kir. Bernameya kampanyayê wiha bû : Li gund, bajarok, navçe, bajar û saziyan li ser tundî û cureyên wê, tundiya siyasî, qanûnên jinan, dayîna dersên giştî ji bo guhertina hişmendiya mêr, semîner û perwerde hatin dayîn û her wekî din gelek cureyên çalakiyan hatin destpêkirin.