Rojnameya Ronahî

Meclisa Malbatên Şehîdan şehîdên meha Kanûnê bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan Ya kantona Hesekê şehîdên meha Kanûnê bi merasimekê bîr anîn.             

 

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê, nûnerên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û malbatên şehîdan, 51 şehîdên meha Kanûnê yên ku li cih û deme cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîm li Salona Silko ya Hesekê hat lidarxistin.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Selme Qasim got: “Şehîd çirûska ronahiyê ne ku rêya nifşan ronî dikin. Em soz didin şehîdan ku di rêya têkoşîn û şehadetê de bimeşin.”

Piştre endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî Ebdulhemîd El-Sayêr got: “Em îro 51 şehîdên ku di rêya neteweya demokratîk û biratiya gelan de canê xwe feda kiriye û tev li karwanê şehîdan bûne, bi bîr tînin. Wan tiştên xwe yên herî biqîmet feda kirin.”

Ebdulhemîd El-Sayêr wiha lê zêde kir: “Şehîd ew in ku rêya azadî û têkoşînê ji me re vekirine. Em soza şopandina rêya wan didin ku xwedî li xwîna wan ya pak derkevin û li ser rêya rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan bin.”

Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed navên 51 şehîdan xwendin. Di dawiyê de sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.

 

ANHA