NPG’ê bîlançoya şer ya sala 2021’ê eşkere kir. HPG’ê 742 çalakî li dar xistin û 861 dagîrker ceza kirin. NPG’ê got, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê di sala nû ya têkoşînê de jî bersivê bidin bendewariyên şehîdan û Rêberê me.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şer a sala 2021’ê eşkere kir û ev agahî dan:
742ÇALAKÎ HATIN KIRIN: 861 LEŞKERÊN DIJMIN HATIN CEZAKIRIN
Di sala 2021’ê de li hemberî 1899 êrişên hewayî, 426 êrişên bi obus û hawanan û 367 êrişên bi çekên kîmyewî yên dijmin; hevrêyên me yên ku bi ruhê berxedana fedayî û fedakariyeke mezin tevgeriyan bi giştî 742 çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan û şer de 861 leşkerên dijmin ji aliyê hêzên me ve hatin cezakirin. Di êrişên dijmin de 298 hevrêyên me şehîd bûn û tevlî karwanê nemiran bûn. Rewşa şehadetê ya hin hevrêyên me ku aqûbeta wan nediyar e, piştî ku diyar bû wê bi gelê me û raya giştî re bê parvekirin.
2021 bû saleke welê ku taktîk û rêbaza me ya şer careke din piştrast bû, perspektîfa gerîla ya serdema nû di pêvajoyeke şer a bêeman de jinûve hate ceribandin û piştrastkirin. Li gel bidestxistina vê tatktîk û rêbaza serketinê, gelek fermandarên me yên ciwan ên leheng afirîn ku pêşengî ji vê serkretinê re kirin. Eşkere ye ku hêzên me her ku di fermandariya pêşeng û taktîkê de kûr bû, wê hîn bêhtir bibe hêza serketinên mezin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêviya gelên bindest û azadîxwaz e, di sala nû ya têkoşînê de jî wê bi rengekî şareza bi erka xwe rabin, bersivê bidin bendewariyên şehîdên me yên leheng û Rêberê me.
BÎLANÇOYA ŞER YA SALA 2021’Ê WIHA YE
ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRKAN
Êrişên bi çekên kîmyewî: 367
Êrişên bi obus û hawanan: 436
Êrişên hewayî: 2025
HEVRIYÊN ME YÊN ŞEHÎD BÛYÎN Û YÊN DÎL HATÎN GIRTIN
Hevrêyên me yên şehîd bûn: 298
Hevrêyên me yên dîl hatin girtin: 19
ÇALAKIYÊN GERÎLA
Çalakiyên gerîla: 742
Çalakiya serdegirtinê: 2
Çalakiyên kemîndanînê: 2
Çalakiyên xweberdana nava dijmin: 15
Çalakiyên êrişê: 30
Çalakiyên hêzên parastina hewayî: 43
Çalakiyên sekvaniyê: 58
Çalakiyên gerîla yên koordîneyî: 64
Çalakiyên sabotajê: 112
Çalakiyên bi çekên giran: 160
Çalakiyên şer-lêdanê: 256
KUŞTIYÊN DIJMIN
Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 861
Dagirkerên birîndar bûn: 128″
Çavkanî: ANF