Rojnameya Ronahî

​​​​​​​Li Efrîna dagîrkirî herî kêm 650 welatî hatin kuştin, 8 hezar hatin revandin

Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn-Sûriyê, ji roja dagîrkirina Efrînê ve, ser 650î re welatî hatine kuştin, ser 8 hezarî re hatine revandin, destdirêj li 70 jinan hatiye kirin û li derdora 60 cihên dîrokî hatine wêrankirin.

 

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn-Sûriyê, bîlançoya sûcên artêşa Tirkan ya dagîrker û çeteyên wê yên ji destpêka dagîrkirina Efrînê heta roja îro (18.03.2018) eşkere kirin.

Li gorî bîlançoyan “ji 18’ê Adara 2018’an ve û heta niha zêdetirî 300 hezar sivîl ji Efrînê koçber bûne. Koçberiya ji ber zextên dagirkeriya Tirk û komên çekdar ên Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê berdewam dike, da ku malbatên çekdaran û malbatên ji tevahî herêmên binakok ên Sûriyê li şûna wan bi cih bike. Bi vê yekê demografiya herêma Efrînê biguherin.”

 PIŞTÎ DAGIRKIRINA HEJMARA KURDAN DAKET ÇAREYEKÊ’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî dagirkirina Efrînê, rêjeya kurdan ji sedî daket kêmtirî 25 û hate destnîşankirin ku ev guhertina demografîk ya li Efrînê ya herî mezin e ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve di sala 2011’an û li gorî lihevkirinên di navbera dewleta Tirk û hêzên herêmê û cîhanê de hate kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Derdora 400 hezar kesên ji herêmên din ên Sûriyê li tevahî gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin, ji wan, zêdetirî 500 melabat ji erebên Filistîn 48 in. Ji ber hejmara zêde, zêdetir 30 kamp û 30 avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser guhertina nasnameya Efrînê û wihat hate domandin: “Cihên wê, kolan, dibistan, nexweşxane û hildana alên Tirkiyê li ser dibistan û cihên giştî. Hate gotin ku navî çerxerêya Newroz kirin  Selahedîn. Her wiha navên cihên stratejîk yên kurdî veguherandin navên Osmanî û alên Tirkiyê û wêneyên Erdogan li her cihê dailqandin. Ji wê zêdetir zimanê tirkî derbasî dibistanan kirine. Navê nexweşaneya Avrîn bi tirkî nivisandin ku berê bi zimanên Erebî û Kurdî hatibû nivisandin dîsa jî cihên pîroz û mezarên êzidiyan texrîb kirin.  Ji bo temankirina guhertina demografîk, dagirkeriya Tirk nasnameyên tirkî li sivîlên Sûriyê yên li herêmên dagirkirî ferz kirine.”

ZÊDETIRÎ 8 HEZAR KESÎ HATIN REVANDIN

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di 4 salan de, 8 hezar û 63 kes hatin revandin, çarenûsa piraniya wan ne diyar e. Hin din jî li beramberî fidiyê hatin berdan û ev sûc hîna berdewam in.

Her wiha hate diyarkirin ku 84 jin hatin qetilkirin, d nav de 6 dawî li jiyana xw anîne, li dijî 70 jinan êrişa cinsî pêk anîne.

Derbarê bûyerên qetilkirinê de zêdetirî (655) sivîl qetilkirin, ji wan (498) di encama bombebarana Tirkiyê û çeteyên wê yên Sûriyê de hatin kuştin û (90) kes jî di bin îşkenceyê de hatin qetilkirin. Her wiha zêdetirî (696) kes di encama bombebarana Tirkiyê û komên çekdar ên Sûriyê birîndar bûne, ji wan (303) zarok û (213) jin birîndar bûne. 217 bûyerên teqîna mayînan pêk hatin, zêdetir ji (333900) darên zeytûnê û darên din ên daristanan ji bo bazirganiya wan daran hatin birîn, zêdetirî (12) hezar darên zeytûnê û darên curbecur ên daristanî hatin şewitandin. Her wiha zêdetir ji sêyeka rûbera ku ji bo çandiniyê hatiye veqetandin, ku tê texmînkirin zêdetirî (11) hezar hektar ji dagirkirina Efrînê heta niha, desteserkirina bi hezaran malên sivîlên bi darê zorê û girtina wan di girtîgeh û navendên komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker.

Dibe ku herî zêde ziyanên madî, talan û dizî ku ji aliyê çekdarên dagirkeriya Tirkiyê ve tê kirin, desteserkirina berhemên zeytûnan û hinardekirina wê ji sînorê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ku ji aliyê Tirkiyê ve sala borî hatiye avakirin, ji bo hêsankirina derbaskirina zeytûnan û tiştên dizîn û firotina wê wekî berhemeke tirkî li bazarên cîhanî yên wekî Îspanya û Amerîkayê.

Têkildarî wêrankirna cihên dîrokî,  hate gotin: “Piraniya cihên dîrokî û şûnwarî yên ku di lîsteya UNCESCO’yê de di êrişan de hatin wêrankirin. Mînak, perestgeha Eyn Dara, Nebî Horî, Şikefta Dewderiyê û goristana Mar Maron.”

DERDORA 60 CIHÊN ŞÛNWARÎ HATIN TEXRÎBKIRIN

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de ku xwe dispêre Gerînendeya Şûnwaran a Efrînê got: “Li herêma Efrînê derdora 75 girên dîrokî hene, dagirkeriya Tirk û çekdarên wê piraniya wan kolandin û şûnwarên wan talankirin. Zêdetirî 59 şûnwar û girên dîrokî û depoyek hatin wêrankirin, zêdetirî 28 mezarên mezin û olên cûda hatin xirabkirin, û goristaneke veguherandin sûka sewalan. Her wiha sika tirênê ya ji Meydan Ekbis a navçeya Raco, Kefer Cene û Qetme yên navçeya Şera rakirin û firoton bazirganên Ezazê.”

Di daxuyaniyê de behsa binpêkirinên sala 2021’an de hate kirin û wiha hatin rêzkirin.

Qetilkirin: 51, di nav de 14 jin û 13 zarok in.

Revandin û girtin: 718, di nav de 82 jin û 25 zarok in.

Wêrankirin û dizîkirina cihên dîrokî: 17

Qutkirina daran: 23 hezar û 500 dar hatin birîn, ji kokê hatin rakirin û şewitandin. Her wiha hatin desteserkirin da ku li şûna wan avahiyên mêtîngeriyê werin avakirin.

Guhertina demografîk: zêdetirî 30 mêtîng hatin avakirin, ji wan; Kiwêt, Rehma, gundê Şamiyê, gundê Besmê. Ev mêtîngeh bi desteka komeleyên tirk, qeterî û kuwêtê (Komeleya Beyan a Qeter- Tirkiyê, Komleya Eyş Bî Kerama ya Filistîn 48 û Komeleya Îhsan a Xêrxwaziyê) hatin avakirin.

Zêdetirî 160 mal hatin desteserkirin û zêdetirî 75 mal û bi dehan dikan hatin firotin.

Rêxistina Mafên Mirovan di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, mirovî, di serî de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Mafên Mirovan û UNECEF, UNESCO kir ku erka xwe ya exlaqî, mirovî û qanûnî li hemberî Efrînê bi cih bînin, zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestîne, hêzên xwe ji herêmên dagirkirî vekişîne û vegera ewle ya koçberan li warê xwe dabîn bike.

Her wiha banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk a dagirker, şandina alîkariyên mirovî ji bo şêniyên Efrînê kir da ku “warê ku ji ber sûcên dagirkeriyê wêran bûne, jinûve ava bikin”.

ANHA