Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Kovara Mizgîn ya zarokan bi hatina serê salê li kolanên bajarê Qamişlo geriya û kovarê li zarokan belav kir.
Ji bo ku keyf û xweşî bikeve dilê zarokan endama kovarê bêrîvan Omer bi cilên Baba Niwêl yên serê salê tevayiya zarokên li nava taxan serlêdan kir û nêzî 300 kovar li wan belav kir.
Derbarê mijarê de Bêrîvan Omer sala nû li tevayiya zarokan pîroz kir û wiha got: Ji ber ku kovara me ya zarokan e me xwest bi hatina serê salê kêyfê bixin dilê zarokan. Em li zarokên taxa Xerbî, Hilêliyê, Kornîş û hin kolanên sereke geriyan. Zarok bi dîtiana me pir kêfxweş dibûn û daxwaza kovarê ji me dikirin. Em bihêvîne ku sala nû ji zarokab re bibe kêf û xweşî.