Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

4 leşker û 5 çete hatin kuştin

06/07/2018
in Uncategorized
A A
4 leşker û 5 çete hatin kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Hêzên YPG/YPJ’ê li Efrînê derbên giran li eşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker didin. Di çalakiyên vê dawiyê de 4 leşker û 5 çeteyên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê de, dawiya meha Hezîranê û destpêka meha Tîrmehê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakî hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê, 30’ê Hezîranê li ser rêya navbera Efrîn û Mabetayê li pêş çeteyên Feylaq Şam kemîn hatiye danîn û di çalakiyê de leşkerekî Tirk hatiye kuştin, gelek çete jî birîndar bûne.
Navendê diyar kir ku hêzên wan roja 1’ê Tîrmehê li baregeheke çeteyên Feylaq Şam dane û di vê çalakiyê de ku li herêma navbear gundên Meryemîn û Malikiyê yên Şerayê hate kirin, 4 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, 2’ê Tîrmehê li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê li dijî leşkerên Tirk çalakiya sabotajê hate kirin û 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, 2’ê Tîrmehê li ser rêya Efrîn û Racoyê bi sûîqestê çeteyekî koma Firqet Hemze hatiye kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir, 3’ê Tîrmehê jî piştî şopandineke demdirêj hêzên wan li bargeheke çeteyên Ehrar Şerqiye xistne, lê hejmara çeteyên hatine kuştin û birîndar bûne nehatiye zelalkirin.
HEJMARA DAGIRKERÊN
HATIN KUŞTIN BÛ 2502 KES
Li gorî daxuyaniya navendê, ji destpêka êrîşên dagirkeriyê û vir ve 2502 leşker û çeteyên dewleta Tirk li Efrînê hatine kuştin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.