Rojnameya Ronahî

Bi bendavan li dijî dîroka Kurdan

Komeke arkeologan qaşo hewl dide li rojhilatê Kurdistanê şûnwar û bermayiyên çandeke kevnar ya Kurdistanê bi kolanên hewarê, biparêze.

 

Komeke arkeologan qaşo hewl dide li rojhilatê Kurdistanê şûnwar û bermayiyên çandeke kevnar ya Kurdistanê bi kolanên hewarê, biparêze.

Tehlûkeya li ser vî şûnwarî projeyeke bendavê ye: Bendava Darî ya li Hewramanê.

Lê ya ku ew wezîfedar kirine dewleta Îranê ye û ya ku bendavê çêdike jî heman dewlet e. Navê projeya wan jî Projeya Rizgarkirinê ya Dariyan e.

Rêveberê Giştî Ferîdûn Biglarî ye. Bendava devera Dariyan di navbera parêzgeha Kurdistan û Kirmaşanê de ye.

Lêkolîna komê îsbat dike ku mirov li herêmê ji serdema Paleolitîka Navîn (binebeşeke serdema kevir a kevin e – beriya bi 30 hezar ta 300 hezar salan) heta îro her hebûne.

Di nava şûnwaran de 16 şikeft, gelek starên zinarîn, goristan û gund hene ku li ser çemên Sîrwan, Gerdelan û Jawaro ne. Xebero komê li van deveran kolan kirine û berhemên dîrokî derxistine.

Biya rêveberê projeyê Ferîdûn Biglari, ev kolanên arkeolojîk agahiyên yekser ên li ser serdema kevir a kevin didin. Lê her wiha li ser gundiyên destpêkê û herwiha sewalvanên destpêkê jî agahiyan didin. Xasma deverên şên û veşartina cenazeyan di serdema hesin de jî di encama lêkolînê de derketine holê. Yek ji van goran jî ya Ruwar e.  Di encama lêkolînê de li ser zozanvaniya di serdema Îslamî de jî agahiyên berfireh hatine berhevkirin.

 

ANF