Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Şemzînanê bi awayekî xurt li çeperên leşkeran dane. HPG’ê ragihand ku li Dersim û Amedê jî hêzên dagirker ên Tirkiyê operasyon dane destpêkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên gerîlayan û operasyonên artêşa Tirk agahî da.
HPG’ê diyar kir ku li Şemzînanê hêzên wan girek du caran kirine hedef.
Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me yên YJA-Starê di 4’ê Tîrmehê de saet di 09.00’an de li dijî girekî ku ewlehiya rêya qereqola Bezelê ya Şemzînana Colemêrgê pêk tîne, çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji 4 aliyan ve li vî girî dane û 3 kon îmha kirine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Di heman rojê de hêzên me saet di 14.00’an de cara duduyan li vî girî dane. Di vê lêdanê de jî hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
OPERASYONÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER
Di 27’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li Pasûr, Farqîn, Karaz, Licê û Hezroya Amedê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Hezîranê de girtine ser gundê Lîcokê yê Licê û hin gundî destgîr kirine. Operasyon bêyî ku encamê werbigire di 30’ê Hezîranê de bi paş ve hatiye vekişandin.
Di 2’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Pulumura Dersimê operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de helîkopteran gule li qadê reşandine. Operasyon bêyî ku encamê werbigire, ji qadê hatiye vekişandin.”






