Rojnameya Ronahî

KCK: Ji bo Roboskê divê têkoşîn bênavber dewam bike

Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê 33 ciwanên Roboskî yên 28’ê Kanûna 2011’an bi balafirên şer yên dewleta Tirkan hatîn kuştin bîr anîn û got, divê ev têkoşîn bênavber dewam bike heta sûcdar bêne darizandin.

 

Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê bi pêmana salvegera Komkujiya Roboskê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate wiha hat gotin: “Beriya niha bi 10 salan bi balafirên şer ên dewleta Tirk 33 ciwan û zarokên ji Roboskî bi bombardûmanê hatin qetilkirin. Em van ewladên gelê Kurd ên şehîd bûn bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku ji bo dilsoziya bi bîranîna wan re em ê Kurdistaneke Azad ava bikin ku careke din çiya, deşt, gund û bajarên wê neyên bombekirin.”

Di dewama daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin:

“10 sal in berpirsyarên vê komkujiyê nayên dîtin û nayên cezakirin. Ev yek nîşaneya berçav a nêzîkatiya li gelê Kurd e. Feraseta dewleta Tirk wiha ye; Kurd dikarin bêne kuştin, li her derê zilm dikare li Kurdan bê kirin, destdirêjî li jinên Kurd dikare bê kirin, bi her awayî kiryarên li dijî mirovahiyê li Kurdan dikare bê kirin! Têkildarî sûcên li dijî Kurdan tê kirin polîtîkaya bêcezahiştinê tê meşandin. Pêwendiya vê zîhniyet û polîtîkayê bi polîtîkaya qirkirina Kurdan re heye. Dixwazin ku bi vî rengî Kurdan bitepisînin û ji têkoşîna azadiyê vegerînin. Ji gelê Kurd re tê gotin; ‘Heta ku hûn serî li ber Tirkbûnê netewînin wê tiştên bi vî rengî bê serê we’.

Balafirên ku bombe li 33 şêniyên Roboskî barandin ji cihekî ferman wergirtin. Sûcdarên herî mezin jî yên ku ev ferman dane. Ev ferman yekser ji aliyê Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan ve hatiye dayin. Ji Tayyîp Erdogan ev pirs hatiye pirsîn ‘Konvoyeke qaçaxçiyan heye ku tê de terorîstek heye, em lê bidin yan na?’ Tayyîp Erdogan jî gotiye, lê bidin. Ji ber vê yekê sûcdarên komkujiya Roboskî nayên darizandin. Hewl tê dayin ku qetilkirina 33 zarok û ciwanan weke ziyaneke şer bê nîşandan û jibîrkirin. Bi vî rengî Recep Tayyîp Erdogan bi destên xwe yên bi xwîn bi serbestî digere. Bêguman Erdogan ji qetilkirina bi hezara mirovî berpirsyar e. Di dema berxwedanên xwerêveberiyê de yê ku fermana hilweşandina bajarên Kurdan dabû Tayyîp Erdogan bi xwe ye.

Dewleta Tirk dewleteke welê dijminê Kurdan e ku yên komkujiyan dikin mehkeme nake, lê yên ku komkujiya Roboskî şermezar kirin girtin û darizandin. Di dîroka dewleta Tirk de nêzîkatiya li yên komkujî anîn serê gelê Kurd her tim bi vî rengî bû. Yên ku li Dersimê, li Zîlanê qirkirin, komkujî kirin nehatin cezakirin, yên ku fermana van komkujiyan dan nehatin mehkûmkirin; yên ku ev komkujî û qirkirin anîn ziman bi cihêkariyê hatin sûcdarkirin, darizandin û zindanîkirin.

Roboskî jî mîna komkujiyên Dersim û Zîlanê komkujiyeke ku rastiya dewleta Tirk bi rengekî şênber radixe pêş çavan. Dîmenê cenazeyên ku li ser pişta hêstiran li pey hev anîn gund wê ti carî ji bîra mirovan neçin; wê nikaribin vê komkujiyê bidin jibîrkirin. Erka xwe çi dibe bila bibe berpirsyarên vê komkujiyê wê teqez bêne cezakirin. Gelê Kurd jî, hêzên demokrasiyê jî divê li gel berxwedana bi rûmet a xelkê Roboskî bin, têkoşîna wan xurt bikin û kujeran derxînin pêşberî dadgehên gel.

Dayikên malbatên şehîdan 10 sal in têkoşîneke bi mînak dimeşînin. Divê gelê me û hêzên demokrasiyê piştgiriyê bidin vê têkoşîna dayikên şehîdan. Doza wan doza gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. Heta ku kujer û berpirsyarên komkujiya Roboskî neyên dairzandin ne Kurdistan dikare azad bibe, ne jî Tirkiye dikare demokratîk bibe. Di serî de darizandina sûcdarên hemû komkujiyan bi taybetî komkujiya Roboskî, parçeyekî bingehîn ê têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê heta sûcdar bên darizandin ev têkoşîn bênavber bê dewamkirin.”

ANF