Rojnameya Ronahî

‛Rêveveriya Xweser ne mecbûr e barê çeteyan hilgire û divê werin darizandin’

Malbatên şehîdan gotin, divê malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji bakur û rojhilatê Sûriyê werin derxistin û banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan li ser xaka bakur û rojhilatê Sûriyê kirin.

 

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm diyar kir ku kampa Holê ji kampên din cudatir e, ji ber ku tê de malbatên DAIŞ’ê yên herî tundraw hene.

Ayat Îbrahîm da zanîn ku şêniyên herêma başûrê Hesekê rastî û fikirên tundraw ên DAIŞ’ê baş dizanin û xeteriya wê hîna heye û wiha got: “Sûcên rojane, şewitandina konan, sûcên ku jinên DAIŞ’î pêk tînin, ji ber îmareteke biçûk di kampê de çêkirine. Bi wê re jin bîranînên hevjînên xwe diparêzin û ev yek jî li ser herêmê û cîhanê xeternak e.”

Ayat Îbrahîm diyar kir ku jinên di beşa “Muhacîrat” a taybet bi malbatên DAIŞ’ê yên biyanî de, dibistanên taybet ava kirin ku zarokên xwe li ser fikirê DAIŞ’ê perwerde bikin û ‘saziya hesabdayîn’ aktîf kirin da ku jinên perspektîfên wan pêk neynin celd bikin anku li wan bidin. Ayat Îbrahîm bang li cîhan û civaka navneteweyî kir ku berpirsiyarên xwe pêk bînin.

Ayat Îbrahîm got, divê dewletên ku hemwelatiyên wan di nava DAIŞ’ê de hebin berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, hemwelatiyên xwe vegerînin, her wiha anî ziman ku divê dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin. Ayat Îbrahîm got, Rêveberiya Xweser ne mecbûr e malbatên çeteyan xwedî bike û berpirsiyariyên wan hilgirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Elaa Selûm got: “Ji ber hebûna malbatên DAIŞ’ê li kampên herêmê bi taybet li kampa Holê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser azarên mezin dikişînin. Ji ber ku di kampê de malbatên DAIŞ’ê hene û wan şêniyên herêmê qetil kirin û welat wêran kir.”

Elaa Selûm got, divê civaka navneteweyî helwesteke rastîn û cidî têkildarî dosyaya DAIŞ’ê ji bo wergirtina welatiyên xwe de nîşan bide û li gorî qanûn û mîsaqên xwe darizîne û dadgeheke navneteweyî ya taybet bi darizandina çeteyan li herêmên Rêveberiya Xweser ava bike.

ANHA