Rojnameya Ronahî

Hucreya Mandela ji bo şevekê tê firotin

Ji bo fînansekirina bernameya alîkariya girtiyên li Başûrê Afrîkayê, hucreya serokê dîrokî yê welat a Nelson Mandela ji bo şevekê derket ber firotinê.
Tevgera bi navê CEO Sleepoût hucreya Mandela yê ku li dijî rejîma Apartheîdê şer kiribû, ji bo şevekê derxist ber firotinê.
CEO Sleepoût got ku “Yên ku mîktara herî zêde bidin, ew ê di vê hucreyê de ya ku Mandela tê de 17 salan mabû, şevekê bimîne.”
Hucre li ser girava Robben Islanê ya nêzî bajarê Capê ye. Yekemîn serokkomarê reşik ê Afrîkaya Başûr Mandela di vê hucreyê de mabû. Ev girtîgeh piştre ket lîsteya mîrateya cîhanê ya ÛNESCO’yê û salane 300 hezar kes tên serdana vê hucreyê.