Rojnameya Ronahî

Lêkolînerekî siyasî banga lêkolîneke berfireh li ser sûcên dewleta tirkî kir

Lêkolînerê siyasî û pisporê karûbarê Tirkiyê got, divê sûcên şer ku dewleta Tirkan ya dagîrker li bakur û rojhilatê Sûriyê dike, bên lêkolînkirin.

 

Lêkolînerê siyasî û pisporê karûbarên Tirkiyê Mihemed Ebû Sebha diyar kir ku divê xebata şandeya Neteweyên Yekbûyî ya lêkolîna derbarê bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê de derbasî herêmên bakurê Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê li bakurê welatê de bibe.

Ebû Sebha ji ANHA’yê re axivî û got, tawanên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên li hemberî Tirkiyê de divê bi cidî werin destgirtin.

Her wiha anî ziman ku heger dewleta Tirk ji xwe piştrast bike ku di êrişên xwe yên li ser herêmên piraniya niştecihên wê Kurd de çekên kîmyewî bi kar neanîbe, bila rê bide Komîteya Neteweyên Yekbûyî ku erkên xwe bi cih bîne.

Lêkolînerê siyasî û pispor karûbarên Tirkiyê da zanîn ku eger dewleta Tirk êrişên kîmyewî pêk aniye yan na, divê derbarê binpêkirinên wê û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lêkolîneke berfireh, bê vekirin.

ANHA