Rojnameya Ronahî

‛Ji bo ku gel bertekan nîşanî Rêveberiya Xweser bide deriyên sînor girtin’

Siyasetmedarên bakur û rojhilatê Sûriyê dan zanîn ku girtina deriyê Pêşxabûr û Welîd karteke derexlaqî û dermirovî ye û gotin, ev biryar dikeve xizmeta dijminê gelê Kurd û bandoreke neyînî li têkiliyên Kurdistanê dike.

 

Ji beriya sê mehan ve Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li pêşiya deriyê Sêmalkayê banga wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG`ê li PDK`ê dikin. Niha jî deriyên di navbera Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  girtî ne

PDK`ê roja yekşema borî deriyê Welîd ê girêdayî Başûrê Kurdistanê yê li hemberî deriyê Siwêdiyê yê herêma Koçerat a girêdayî navçeya Dêrikê girt. Beriya ku derî bigire bi rojekê jî deriyê Pêşxabûr a li hemberî deriyê Sêmalkayê ya Rojava girtibû.

Li gorî îdiayên PDK`ê, ji ber çalakiya konvedanê ya dayikên şehîdan û xwepêşandana aştiyane ya ciwanan a banga wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG`ê, her du derî hatine girtin. Gerîlayên HPG`ê 28`ê Tebaxê li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê di encama kemîna PDK`ê de şehdîd ketin e.

Têkildarî girtina deriyên Pêşxabûr û Welîd siyasetmedaran ji ANHA`yê re destnîşan kir ku ev kiryar xizmeta dijminê gelê Kurd di serî de dewleta Tirk a dagirker, dike.

Serokê Nivîsgeha Kongreya Neteweyî ya Kuridstanê (KNK) Silêman Hec Elî girtina deriyan wekî sûcekî dermirovî yê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir û wiha got: “Li dewletan, di dema rageşî û şer çêbibin de ji bo gel korîdorên mirovî hene û deriyê Sêmalkayê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dergeheke mirovî ye, ji lew re girtina wî ji bo gelê herêmê wekî sûcekî ye.”

Silêman Hec Elî destnîşan kir ku malbatên şehîdan mafdar in, ji beriya 3 mehan ve banga wergirtina cenazeyên ciwanên xwe yên şehîd dikin, ji lew re ew ê piştevanên xwepêşandêran bin. Hec Elî dibêje ku çawa dibe hikumete ke ku aleke kurdî radike û cenazeyên gerîlayên Kurd jî nade malbatên wan û dibêje ew li hember biryareke wisa mat maye.

Hec Elî da zanîn ku bihaneyên PDK`ê yên li ser xwepêşandanên aştiyane yêN ciwanan ne rewa ne û isbat dikin ku li dijî herêmê bi Tirkiyê re hevpeyman datînin.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nûman Erebo siyaseta PDK`ê û girtina deriyan bi derexlaqî û dermirovî bi nav kir û ev li gotina xwe zêde kir: “Bi rêya diyalogan nakokî dihatin çareserkirin ne bi rêya ferzkirina ambargoya li ser herêmê û cezakirina gel.”

Erebo da zanîn ku girtina deriyên Sêmalkayê û Welîd li ser perspektîfên dewleta Tirk a dagirker pêk hat, ji ber ku di aliyê leşkerî de nekarî projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û bi wê re hewl dide li herêmê şerê aborî bimeşîne, ji lew re PDK`ê bi kar tîne, da ku girseya gel li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî hilde û projeya wê têk bibe.

Nûman Erebo diyar kir ku girtina deriyan ji hêla PDK’ê ve xizmeta dijminê gelê Kurd û berjewendiyên wan dike, ev jî bandoreke neyênî li têkiliyên Kurdistanê dike û xizmeta yekitiya refa kurdî nake.

Serokê Nivîsgeha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) îşaret pê kir ku hewldanên nû hene da ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin û ew jî li gorî xizmeta wan tawîzan bike û ev tişt got: “Lê ev hemû kiryar komploya li dijî Rêveberiya Xweser e. Divê gel bi destkeftiyên şehîdan ve girêdayî be û li hember vê komployê tê bikoşin.”

Endamê PYD`ê Nûman Erebo têkildarî ambargoya li ser herêmê hatiye ferzkirin got, gelê herêmê gelek zor û zehmetî dîtin, lê dîsa jî bi vîn û berxwedana xwe her wiha bi parastina destkeftiyan dê hemû komployan têk bibe.

ANHA