Bi destpêkirina Pêngava Rizgarkirina Reqayê re DAIŞ ji Reqayê hat derxistin û bajar hat rizgarkirin. Lê ji sedî 80 bajar xera bû. Her wiha çeteyan gelek mayîn li avahiyên bajêr bi cih kiribûn. Komîteya ji nû ve avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê wê di rojên pêş de xebatên paqijkirina tevahiya bajêr bi dawî bike.
Piştî xebatên demdirêj ên ji nû ve avakirina Reqayê, Komîteya ji nû ve avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê wê di rojên pêş de xebatên paqijkirina tevahiya bajêr bi dawî bike.
Di pêngava rizgarkirina Reqayê de çeteyên DAIŞ’ê mayîn li gelek cihan bi cih kirin. Çeteyên DAIŞ’ê malên welatiyan ji xwe re kirin baregeh û mayîn tê de bi cih kirin, lewra bajarê Reqayê bi temamî wêran bû.
Piştî bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, Meclîsa Sivîl a Reqayê û tîmên endezyaran xebatên bê bandorkirina mayînan dan destpêkirin. Paşê xebatên paqijkirina bajar hate destpêkirin.
Bajar bi rêjeya ji 80 % hatiye talankirin. 14 tax bi temamî hatine rûxandin û beşek kêm ji taxan zirar nedîtiye.
Komîte tevî derfetên xwe yên kêm dest bi xebatên paqijiyê kirin. Heta niha komîte karîbû pirraniya taxên bajêr paqij bike, komîteyê ji ber mayînan nikarîbû derbasî taxên din bibe, lewra komîte plan dike ku di rojên pêş de bi tîmên Endezyaran re derbasî wan taxan bibe û mayînan bê bandor bike.
Komîteya ji nû ve avakirinê derdora bajêr paqij kir û pişrtre derbasî navenda bajêr bû û li gorî vê nexşeyê dest bi xebatxebatan kir:
Taxa El-Mişlib: Dikeve rojhilata bajêr pir zirar ne dîtiye, rêjeya xiabûnê ji %6 derbas nake.
Taxa Rimêle: Dikeve bakurê bajêr. Riya tirênê ew dabeşî du beşan dike beşa başûr û beşa bakur. Heta niha komîteyê beşa başûr bi tamamî paqij kiriye, lê beşa bakur ji ber mayînên zêde hê tîmên endezyar paqijkirina wî bi dawî ne kirine.
Taxa El-Diriyê: Dikeve rojavayê bajêr. Ev tax bi temamî hatiye rûxandin. Komîte tax bi temamî ji tevahiya bermahiyan paqij kir.
Taxa El-Teyara: Dikeve aliyê rojava. Ev tax bi temamî hatiye rûxandin. Komîteyê ew paqijkirin û her wiha şêniyên taxê hewildidin mal û dikanên xwe li taxê ji nûve sererast bikin.
Taxa Pîşesaziyê (El-Sîna): Dikeve rojhilata bajêr. Çeteyan ji xwe re kiribûn navend û tê de kargehên mayînan vekiribûn û ji ber şerên ku di navbera QSD’ê û DAIŞê de li taxê rû da ne de, tax bi temamî hatiye wêrankirin. Komîte ev tax bi temamî paqij kir.
Taxa El-Romaniye: Dikeve rojavayê bajêr. Çeteyên DAIŞ’ê ev tax bi temamî teqandin. Komîteyê heta niha nîvê taxê paqij kiriye û xebatên paqijkirina tevahiya taxê berdewam dike.
Taxa El-Firat: Dikeve başûrê rojavayê bajêr û bakurê berava Firatê. Ev tax di rêza sêyem a taxên wêrankirî de cih digre. Çeteyên DAIŞ’ê ev tax bi temamî mayîn kiribûn lê tîmên endezyaran li taxê mayîn bê bandor kirin û komîteya ji nû ve avakirinê tevahiya taxê ji bermahiyan paqij kir.
Taxa El-Idîxar: Dikeve bakurê rojavayê bajêr. Tîmên bêbandorkirina mayînan tax ji mayînan paqij kir û komîteya ji nû ve avakirinê wê di rojên pêşde taxê paqij bike.
Komîte taxên El-Esbehiye, El-Hosiye, El-Seyadle û taxa Hîşem Bin Ebdulezîz, bi temamî ji bermahiyan paqij kiriye…ANHA






