Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Astana…. Kaniya wêraniya Sûriyê ye

29/12/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Têkçûna Erdogan serkeftina gel e!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

 

Aloziya Sûriyê ji bo guhertina demokratîk dest pê kir. Roj bi roj pêla şoreşa gel mezin bû lê bi destwerdana hêzên derve yên wekî Tirkiyê, Îran û paşê Rûsiya û Amarîka şoreşa gel ji rê hate derxistin û komên çekdar ên bi hêzên derve ve girêdayî ketin dewarê.

Bi demê re ev destwerdan berûvajî û komên radîkal ên wekî DAIŞ û Cebhet El-Nusra jî di nava de bi dehan komên çekdar ên di xizmeta van welatan de hatin avakirin. Gelê Sûriyê yê ji bo azadiya xwe ket nava liv û tevegerê di nava koman de winda bû. Bi milyonan bûn qurbaniyên siyaset û bazarên dewletên derve û bi serî de Tirkiyê ku roleke neyînî ya bi bandor di xaka Sûriyê de lîst û hîn jî dilîze.

Wan welatan ji bo berjewendiyên xwe ketin nava pêşbirkê û her aliyekî ji wan planên xwe yên li ser hesabê gelê Sûriyê danîn û ji bo pêkanîna berjewendiyan ket nava liv û tevgerê.

Dewleta Tirk çavên xwe li pêkanîna Mîsaqa Milî vekir û ji bo wê beşek ji xaka Sûriyê agir kir û hîn jî di nava hewldanan de ye plana xwe bi cih bike. Ji ber berxwedana gelê kurd a li Rojava destpê kir û li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê biratiya gelan belav bû, dewleta Tirk hemû giraniya xwe ji bo têkbirina projeya demokratîk a herêmê xist dewrê.

Ji destpêka şoreş û heta niha bê navber êrîşên xwe li dijî ezmûna demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Herî dawî jî êrîşa Kobanê ku bi balafirên bê mirov li dijî maleke sivîl pêk hat, beriya wê jî êrîşa li dijî Zirgan û Til Temirê û her wekî din, hema bêj rojane êrîş, kuştin û wêranî li dijî herêmê dike.

Îran jî ji aliyê xwe ve di nava hewldanan de ye li ser xaka Sûriyê alîgirên xwe bi cih bike û xeta bejahî di navber Iraq, Sûriyê û Lubanê veke, wiha jî xwe bighîne derya SPî, ji bo vê jî hemû hêza xwe xistiye dewrê û tevdigere.

Rûsiya jî ji bo berjewenndiyên xwe yên aborî û bi cih kirina projeyên wê yên aborî di xaka Sûriyê de planeke wê ya mezin heye. Ji bo pêkanîna wê gelek agvên mezin jî avêtine. Ji wan plana jî bargeh û bendên Sûriyê yên Rûsiya ji hikûmeta Şamê standine bi dehan e. Ji ber wê jî Rûsiya di her fersetê de parastina Hikûmeta Şamê û serokê wê Beşar El-Esed dike.

Hersî welatên me behsa wan kir, li ser xaka Sûriyê di nava liv û tevgerê de ne, her yek ji wan hewl dide para mezin a berjewendiyan ji Sûriyê sûd bigre. Îcar civînên Astana bi destê hersê welatan tên lidarxistin. Heta niha 17 car in civînên wan lidar ketine, di her civînekê de jî bazarek û zirarek li dijî gelê Sûriyê heye. Tişta balkêş jî ew e ku di hemû civînan de tiştekî nû ji bilî bazarên wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyayê nîne.

Di her civîneke Astana de bazarek û êrîşek li dijî Rêveberiya Xweser heye, di civîna 17’an de jî plana êrîşa li dijî Zirgan û Til Temir, her wiha êrîşa bi balafirên bê mirov a li dijî Kobanê jî hebû. Lê tişta nû bi zelalî di civîna 17’an de xuya kir, hersê alî êdî di bazaran de ber bi xetimînê ve çûne û dibe di demên pêş de aloziyên wan li ser erdê xweştir diyar bibin. Ev jî bi nîşandayîna cihê civîna 18’an diyar dibe.Tê payîn li Paytexta Îran Tehranê were lidarxistin. Ji vê jî diyar dibe, êdî hersê hêz nema dikarin nakokiyên xwe veşêrin.  Ji lewra dibe di demên pêş de aloziya wan veguhezin şerekî leşkerî. Lê ne mumkine Astana tiştekî ji bilî wêraniyê ji gelê Sûriyê re bîne.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.