Rojnameya Ronahî

Kongreya Star şaxê herêma Firatê nerazîbûn nîşanî êrişa ser Kobanê da

Kongreya Star şaxê herêma Firatê li dijî bombebarana dewleta tirkî ya ser Kobanê daxuyanî da. Kongreya Star soza xurtkirina têkoşîn û berxwedanê da.

 

Dewleta Tirk bi balafireke bêmirov maleke sivîlan li rojhilatê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Di vê çarçoveyê de rêxistina Kongra Star a herêma Firatê, li dijî vê bûyerê daxuyaniyeke devkî da.

Daxuyanî ji aliyê endama koordînasyona Kongreya Star Macîde Hesûn ve li qada Jina Azad hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

Em weke Kongra Star a herêma Firatê êrişa faşîzan a dewleta Tirk a li ser Kobanê, şermezar dikin. Di vê êrişê de daxwaza dewleta Tirk a tunekirina sazî û rêxistinên li vê herêmê diyar dibe. Her wiha hevgirtina dewleta Tirk a bi hêzên li vê herêmê re eşkere dibe. Dewleta Tirk ev cara 6`emîn e ku Kobanê bombebaran dike, ew dixwaze bi vê rêbazê moral, hêz û vîna gelê me lawaz bike.

Bersiva me ya li hemberî van êrişan heye bêguman. Em dibêjin; hûn nikarin hêz û vîna me tune bikin. Em hêzên hegomonîk ên ku qaşo garantor in, berpirsyarên van êrişan dibînin. Her wiha em kesên xwefiroş ku sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin û ev êriş bi riya wan tên kirin, şermezar dikin.

Em ê li hemberî van êrişan rêxistinbûna xwe xurtir bikin û têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em tu carî bi van rêbazan nayên qirkirin, em xwedî projeya neteweya demokratîk in. Kobanê ya gelê wê ye û dê wiha jî bimîne. Em ê êdî bêdeng nemînin, ji lewre bangawaziya me ji bo her çar perçeyên Kurdistanê û kesên azadîxwaz ew e ku em ê êdî bi hev re dawiyê li faşîzma dewleta Tirk bînin.

Wê berxwedana me berdewam bike û heta ku azadiya me pêk neyê em ê her tim li ser piyan bin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bimre îxanet” bi dawî bû.

ANHA