HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya gerîlayeke YJA Starê ku li Bagokê şehîd bûbû, eşkere kir.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Artêşa Tirkan ya dagirker ji destpêka meha Kanûnê ve li eyaleta Mêrdînê dest bi operasyonên berfireh kir. Di dema van operasyonan de ku bi rojan dewam kir kampek ji 6 hevrêyên me yên jin kete şer û 2 rojan li vê qadê şerekî giran qewimî. Hevrêyên me yên jin bi pêşengiya fermandara herêmê hevrê Hîra berxwedaneke destanî nîşan dan û sekna teslîmnegirtî ya jinên Kurd bi rengekî lehengî temsîl kirin. Di vî şerî de 6 hevrêyên me yên jin ên bi ruhê Apoyî yê bilind şer kirin, şehîd bûn. Eşkere bû ku du ji hevrêyên me yên şehîd bûne Hîra Ûlaş û Sîmanûr Kaya ne. Agahiyên berfireh ên nasnaneyên hevrêyên me yên din piştî ku diyar bûn wê bi raya giştî û gelê mê re bêne parvekirin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Hîra wiha ye:
Nasnav: Hîra Ûlaş
Nav paşnav: Denîz Orak
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Çîçek-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Kanûna 2021 / Mêrdîn
ANHA