Rojnameya Ronahî

Jimara şehîdên bombeberana li Kobanê gihîşt 5’an

Di êrişa êvarê Şemiyê de ya ji aliyê dewleta Tirkan yaa dagîrker ve li Kobanê hatî kirin jimara şehîdan gihîşt 5 kesan.

 

Êvara Şemiyê balafirên bêmirov yên biçek yên dewleta Tirk li Kobanê êriş pêkanîbû, di encamê 2 welatî şehîd bûbûn û 7 kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî agahiyên ku ji Meclisa Malbata Şehîdan a Kobanê hate girtin, ji hemwelatiyê ku di êrişê de birîndar bibûn û li nexweşxanê dihatin dermankirin 3 ji wan jî rexmî hemû mûdaxaleyên bijîşkan şehîd ketin.

Li gorî van agahiyan hejmara hemwelatiyên ku di encama êrişa de şehîd bûn gihîşt 5 kesan. 4 hemwelatiyên ku birîndarin jî li nexweşxanê tên dermankirin. Navên şehîdan ev in: Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Menla Hisên.

ANHA