Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku hêzên wan planeke mezin ya çeteyên DAIŞ’ê ya pêkanîna êrişekê li ser girtîgeha Hesekê têk bir û gelek kes girtin. QSD’ê got, diyar e ku dewleta tirkî ji vê aciz bûye, ji ber wê êrişî gelê me yê Kobanê kir.
Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyek ragihand ku êhzên wan planeke mezin a şaneyên çeteyên DAIŞ’ê têk bir ku amadekariyên êrişeke mezin li ser girtîgeha Hesekê digir.
Daxuyanî wiha ye:
Di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, Tîmên Operasyonên Taybet ên girêdayî hêzên me QSD’ê di rojên borî de xebateke pîroz bi encam kir û gelê me û cîhan ji xeteriyeke mezin xelas kir. Xebata hêzên me ya ku plana DAIŞ’ê ya êrişê li ser zindana Hesekê pûç kir û hemû çeteyên ku cihê xwe di nava vê planê de cih digirtin şopandin û bi awayekî bê zerar girtin û xistin zindanê.
Yek ji wan kesên girtî emîrekî DAIŞ’ê bi navê (Mihemed Ebd Elewad) bû, ev serçete gelek komkujî pêk anîbû û dev bi xwîn bû, tu cihek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûrî nemaye ku lê li hember gelê me sûc nekiriye, ya herî dawî jî serkêşiya plana êrişa li ser zindana Hesekê dikir, lê îro bi hişyarî û dilsoziya hêzên me hat girtin û nema dikare bi azadî komkujiyan pêk bîne.
Li ser vî bingehî û di van rojên pîroz ên cejna zayîna pêxember Îsa de em hêzên xwe QSD û tîmên koalisyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ku cihê xwe di çalakiyê de girtin pîroz dikin. Her wiha em xebata wan a serkeftî diyarî gelê xwe û cîhanê dikin.
Hemwextî serkeftin me a li dijî plana DAIŞ’ê û di roja ragihandina wê serkeftinê careke din dewleta Tirk a dagirker aciziya xwe ji van serkeftinan diyar kir û êrişî gelê me li Kobanê kir. Di encamê de şehîd û birîndar ji gelê me çêbûn. Em ji gelê xwe û malbatê şehîdan sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin. Em tekez dikin ku em ê gelê xwe ji hemû gef û êrişan biparêzin û hesabê komkujiyan ji êrişkaran bipirsin.”
ANHA