Rojnameya Ronahî

Ciwanên Tebqa, Reqa û Dêrazorê komkujiya dewleta tirkî ya li Kobanê şermezar kirin

Li Tebqa, Reqa û Dêrezorê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê bi daxuyaniyên cuda bombebarana dewleta tirkî yaa dagîrker ya li Kobanê şermezar kirin.

 

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Meclisa Ciwanên Reqayê Buşra El-Nayif ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, armanca dewletên emperyalîst ew e ku îradeya azad û berxwedana gelan têk bibe da ku têkçûna xwe ya siyasî û aborî veşêre. Êrişên li ser Zirgan, Til Temir, Şengal û malbata Gulo ya li Qamişlo nîşana vê yekê ye.

Di daxuyaniyê de êrişên “Nemerdane” yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em careke din dubare dikin û dibêjin em van êrişên dagirkeriyê yên hovane şermezar dikin û dibêjin em ê li hember her çete û xayînên ku destê wan di van sûcan de heye têk bibin.”

DÊRAZOR

Li bajarê Dêrazorê bi amadebûna hemû endamên Meclisa Jinan û Meclisa Ciwanan a herêma rojhilat, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Jinan a herêma rojhilat Efaf Hemûd El-Hemed ve hate xwendin û hate gotin: “Ev êriş lawazbûna dagirkeriyê nîşan dide û wê îrade û berxwedana me mezintir bike.”

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Em wekî ciwan û gelê herêma rojhilatê Dêrazorê ji faşîzma Tirk û çeteyên wê re dibêjin, êrişên we nîşana lewazî û tevliheviya we ye, ew êriş her wiha îradeya me û ruhê berxwedanê zêde kiriye.”

TEBQA

Bi amadebûna hejmarek endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û hejmarek ji endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê, daxuyanî li pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger a li navenda bajêr ji aliyê rêveberekî Tevgera Ciwanan Ebdulqadir El-Telcî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate got:

“Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê, em êrişa duh a li bajarê Kobanê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve ku di encamê de sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn, şermezar dikin. Ev êrişên dubare binpêkirina eşkere ya peymanên navneteweyî yên li herêmê.”

Armanca Tirkiyê ya ji van êrişan ew e ku gel qels bike û DAIŞ’ê vegerîne Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi paşguhkirina navneteweyî ya van sûcan, lê ev plan hemû li ber îradeya gelên herêmê yên ku li pey fikir û felsefeya neteweya demokratîk, wê têk biçin.”

Em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hemû destwerdana li ser axa me şermezar dikin û em ê li hemberî hemû planên dagirkeriyê û pêşketinên leşkerî hişyar bin, heta em vê dagirkeriyê ji nava xwe derxin em ê hemû sûcên Erdogan û çeteyên wî eşkere bikin.”

ANHA