Rojnameya Ronahî

​​​​​​​Çalakvanên Sêmalka banga radestkirina cenazeyên şehîdan kirin

Çalakvanên li Sêmalkayê nedana PDK`ê ya cenazeyên 5 şehîdan şermezar kirin û bang li PDK`ê kirin ku li şûna deriyê Pêşxabûr û El-Welîd bigire, divê cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

 

Konê çalakiyê li deriyê Sêmalkayê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve hate dayîn di roja 86`an de didome. Konê çalakiyê ji ber neradestkirina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK`ê de li herêma Xelîfanê hatiye dayîn.

Îro endamên yekitiyên girêdayên TEV-DEM`ê yên Qamişlo berê xwe dan konê çalakiyê li deriyê Sêmalkayê û di nava dirûşmeyan de berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê.

Li deriyê Pêşxabûrê hêzên sînor ên girêdayî PDK`ê hêzên xwe xurt kirin.

Li deriyê Pêşxabûr ji rêveberên TEV-DEM`ê li Qamişlo Ayid Îbrahîm wiha axivî: “Em bang li berpirsên hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.”

Îbrahîm destnîşan kir ku çalakiya li Sêmalkayê di roja 83`an didome, lê PKD`ê red dike ku cenazeyê şehîdan radest bike û wiha domand: “Li şûna ku PDK`ê bersiva çalakvan û ciwanan di meşa wan a aştiyane de bide, yekser deriyê Sêmalkayê girt.”

Îbrahîm wiha domand: “PDK`ê banga ciwanan pêk neanî bi keviran êrişî wan kir û bi hincetên derew deriyê Sêmalka û El-Welîd girt. Kiryarên bi vî awayê xizmeta dijminê gelê Kurd dike ku dixwaze destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe.”

Îbrahîm wiha dawî li axaftina xwe anî: “PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker dixwazin bi rêya planên xwe yên qirêj destkeftiyên gelê Kurd tune bikin.”

ANHA