Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK E JI BONA HEMÛ GELÊ ROJHILATA NAVÎ BÛYE ÇAVKANIYA HÊVIYÊ

26/12/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şingal, dijminiya Kurdan û hevkariya bi dijmin re
Share on FacebookShare on Twitter

Rûstem Başûr

 

Bêguman her tevgerekî ku di Rojhilata navîn de radibe, li ser mîrateyekî radibe. Gelek tevger avabûne ku bikaribin civakbûnê bi dest bixwin û azad jiyan bikin. Tevgerên kurdan jî di dîrokê de çi bi riya eşîran, çi jî bi riya kesayetan û rêxistinên navdar yên wekî Şêx said, Siyid riza bi pêş ketine. Lê dema ku mirov li van tevgeran temaşe dike, her dayîm bi riya îxanetên ku nava wan de çêdibe, hatine tepisandin û ji holê hatine rakirin. Lê rastiyekî domdare ku kurdan ti carî li beramberî xeta îxanetkaran  serê xwe netewandine, û berxwedanî ji bona xwe bingih girtin e.

PKK e jî xwe li ser van mîrateya bi rêxistin kir. Mirov dikare bibêje, ku bi avabûna tevgera PKK ê re gelê kurd baweriyekî mezin qezenc kir, ku bê hevîtiya berê nema jiyan kir. Tam berovajî vê ji bona xwe çanda berxwedan û gehremantiyê her roj zêde dibû. Hema gelê kurd bû meseleyekî cîhanî ku rojane li ser axeftin tê kirin. hêzên dagirker yê mîna tirkê bawer dikir ku tiştek bi navê kurd û kurdistan di holê de nemaye. Lê belê nizanîbûn ku tevgera PKK ê ji wan şaştiyê dîrokî encamekî mezin derxistiya.

Pêvajoya ku tevgera PKK ê derketa holê, bi navê kurd û kurdistan tiştek nînbû ku li cîhanê pê kurd werin nasîn. Dema ku xwe damezirand li gorî şert û mercên wî demî bi rola rêxistinê ve rabû. Li ser bingiha kurdistanekî ser bixwe, di cîhanê de gelek pêşketinên giran bi xwe re da avakirin.

Gelek kesimên ku digotin ev rêxistin ango tevgera PKK ê wê heya demekî li berxwe bidin, ji demekî û şûnde wê qabîleta wan ya berxwedanê nemîne. Bi serê xwe ev gotin di henasa gelê kurd de bê hêviyekî dida avakirin. Lê bi demê re dîtin ku tevgera PKK ê naşibe tevgerê birciwazî yên tenê bi peyî desthilatiya xwe ve ketine. Dîtin ku PKK e rêxistineke li ser bingihê azadî, wekhevî, adalet û vegerandina nasnameya civaka kurde de, ji bona wê her roj xwe di dilê mirovahiyê de bi cî kir û bandoriyekî mezin li gelê cîhanê da avakirin.

Di peradîgmeya Rêber APO de sê lingên esasî hene, yek modernîteya demokratîke, ekolojîk û azadiya jin e ku Rêber APO di şexsê PKK ê de pêşkêşî hemû mirovahiyê hate kirin. Lê hêzên amperyalîst ji fikirên Rêber APO ditirsin ji bona wê ye ku tecrîdê giran kirî li ser Rêber APO didine meşandin. Sedemên tevahî êrîşên hovane tirsa fikira Rêber APO ye. Li vir pirs ew e gelo çima? Ji ber civaka kurd di serî de tevahî civakên Rojhilata Navîn û cihanê peradgma Rêber APO dipejirînin û weke çareseriyekî li dijî pergala Kapîtalîzim dibinin. Ew jî dizanim ku kesimên sosyalîst, demokratît, xwendekar û kesên bindest, ê ku mafên xwe dixwazin û berê xwe didine peradîgmeya nûjen ya ku bi destê Rêber APO hatiya afrandin. Hêzên serdest vê jî ji bo pergala xwe xeter dibînin. Ji bona wê çi ji destê wan tê li hemberî gelê kurd û tevgera wê ya azadîyê PKK ê dikin.

Dibe ku halê hazir kesê li dijî PKK ê şer dike dewleta tirk be, lê pîwîstî heya ku baş were zanîn ku yên pişgiriya dewleta tirk û pergala wê dike hêzên cuda yen mîna NATO ye. Êrîşên ku bi şêwazên tektîkî û bê ahlaqî li dijî PKK ê didine meşandin. Pîwîst e ji her demî zêdetir were zanîn ku kesên li dijî vê sîstemê şer dikin û li ber xwe didin milîtanên PKK ê ne. Li hemberî êrîşên qirker yên faşîzan berxwedanekî bi heybet ji milên tevgera azadiya kurd PKK ê ve tê meşandin, ev jî li cîhanê deng vedaye û ji bona dewleta tirk bûye windahiyek.

Dijminên kurdan îdî hatiya astekî wisa ku tehemûla wî li hemberî tevgera PKK ê nemaye, lewma mecbûr bûye ku desteka xwe ji îxanetkaran yê mina mala berzanî bigire pîwîst e were zanîn ku hevkariya mala berzanî bi dewleta tirk re mehkûmî binketinê bûye û ti carî wê gelê kurd vê xiyanetê bîr neke.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.