Rojnameya Ronahî

Li Şehba jimara nexweşên Leşmanya zêde dibe

Endama rêveberiya Heyva Sor ya Kurdî ya herêma Efrînê Sekîne Erebo diyar kir ku di nava salekê de li Şehba jimara pêketiyên nexweşiya Leşmanya gihîşt hezar û 700’î. Herwiha bang li rêxistinên mirovî kir ku destpêkê alîkariyê li belavbûna nexweşiyê bigirin.

 

Şer û bermahiyên wê ku herêmên Şehba dorpêç kirine û kombûna kavil û hebûna, qirêjî bû sedema berbelavbûna nexweşiya leşmaniya di nava koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê yên  kamp û xaniyên wêrankirî de.

Li gorî Heyva Sor a Kurd, di 2019’an de hejmara nexweşên Leşmanya gihaşt 3 hezar û 92, di 2020’an de hezar û 191 û di 2021’an de nêzî hezar û 700 ji tevahî temenan.

Êşa koçberên Efrînê bi ambargoya hikumeta Şamê li ser herêmê û rêgirtina li pêş derbasbûna derman û madeyên bijîşkî re zêde dibin, bi her derbasbûna derman û madeyên tenduristî re bendên kontrolê yên hikumeta Şamê ku di navbera bajarê Helebê û Kantona Şahba de ne pereyan dibin.

Heyva Sor a Kurd tevî derfetên wê yên kêm, derziyan ji nexweşên leşmanyayê re peyda dike, da ku rê li ber belavbûna nexweşiyê bigire.

Sekîne Erebo destnîşan kir ku du cureyên nexweşiya leşmanya hene, di binçerm û çerm de. Çerm ya herî zêde li Şehbayê belav bûye. Heyva Sor a Kurd hemû nexweşên bi Laşmaniya çermê pêşwazî dike. Eger du sê şop li ser laşê kesê nexwş hebin, ew derziyê didin û eger zêdetirî çar şop li laşê nexweş hebin, ew nikarin li hemû şopan dirziyê bidin, ji ber vê yekê ew kesên nexweş dişînin bajarê Helebê da ku bên dermankirin.

Sekîne Erebo bal kişand ser astengiyên li kantona Şehba ji ber kêmbûna dermanan û got: “Em di peydakirina dermanên pêwîst ên ji bo dermankirina kesên bi leşmanya re gelek zehmetiyan dikişînin rû bi rû ne, ji ber ku hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser şêniyên Şehbayê ferz kiriye û rê nade ku kamyonên dermanan bikevin herêmê.”

Sekîne Erebo da zanîn ku tu rêxistinan alîkarî pêşkêşî wan nekiriye û ev tişt anî ziman: “Çar sal di ser koçberbûna şêniyên Efrînê re derbas bûn û me tu însiyatîfeke mirovî ji rêxistinên navneteweyî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên bijîşkî nedîtine.”

Sekîne Erebo da xuyakirin ku Heyva Sor a Kurd ji bo pêşîlêgirtina li nexweşiya leşmanyayê bi hemleyên hişyarkirinê alîkariya mirovan dike û got: “Em li heft navendên xwe yên kantona Şehbayê ji bo naskirina nexweşiya leşmanya rê û rêbazên veguhestina nexweşiyê û pêşîlêgirtina wê, hemleyên hişyarkirinê li dar dixin.”

Sekîne Erebo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo rê li ber belavbûna nexweşiyê bigirin, alîkariyên tenduristiyê bidin.

ANHA