Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Omer Ocalan: Dixwazin bi tecrîda girankirî birêz Ocalan ji rojeva gelan derxin     

26/12/2021
in ROJEV
A A
Omer Ocalan: Dixwazin bi tecrîda girankirî birêz Ocalan ji rojeva gelan derxin     
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan /Qamişlo

Tecrîda li ser Rêber Ocalan li girtîgeha Îmralî ku ji 99an ve dest pê kiriye, îro bi şêwazeke giran û dermirovî didome. Li ser wê Omer Ocalan got, gelê Kurd bi fikir û ramanên birêz Ocalan bûye xwedîhêz. Ji ber wê li Îmralî bi armanca dûrxistina gel ji Rêber Ocalan, konsepta tecrîda girankirî tê kirin.

`Di sîstema li nava girtîgehê de girtîgeh û di nava tecrîdê de tecrîd, pêş dikeve `

Derbarê tecrîda li Îmralî de Parlementerê Partiya Gelan ya Demokratîk (HDP) Omer Ocalan ji rojnameya me re axivî.   

Omer Ocalan destpêkê tecrîda li dijî pîvan û zagonên mafên mirovan şermezar kir. Herwisa teqez kir ku piştî pêvajoya çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurdî, rejima tirkî konsepeteke nû xist dewrê ku bi her awayî têkilî û agahî ji Îmralî qut kirin. Omer Ocalan di dewama axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Di vê pêvajoyê de sîstemeke ku di nava girtîgehê de girtîgeh, di nava tecrîdê de tecrîd, ji aliyê dewleta dagîrker ve hatiye avakirin. Bi giranî armanc ji vê sîstemê, qutkirina têkiliya birêz Ocalan bi tmamî ji gel, malbat, parazêran û tevgerên siyasî ye. Ji wê demê ve giranî daye wê ku birêz Ocalan ji rojeva Kurdan û Rojhilata Navî derxe.”

`Di siyaseta xwe de şkest, dixwaze tola xwe bi girankirina tecrîdê bistîne`

Omer Ocalan bal kişand ser sedemê tecrîda girankirî û wiha şîrove kir: “Tevî êriş û projeyên qirkirinê, dewleta tirkî bi ser nakeve. Jixwe nirxandina tecrîdê, êrişên li ser Bakur, Rojava û Başûr qet ji hev ne qut in, bi hev ve girêdayî ne. Ziraviyên tecrîd, koçberkirina bi milyonan Kurdan, êriş û firehkirina dagîrkeriyê bi konsepta dijberiya gelê Kurd tê kirin. Ji ber ku di siyaseta xwe de bi ser nakeve, tola şkestina xwe bi girankirina tecrîda distîne.”

`Bi sîstematîk di girtîgehên dewleta tirkî de, mirov tên kuştin`

Derbarê helwesta dewletên Ewropa de Omer Ocalan wiha axivî: “Di nêzîkatiyên li hemberî tecrîdê de xemsar in. Lêbelê biryara 2yê Kanûnê ya Konseya Ewropa girîng e. Lewra konseyê ji rejima tirkî xwest rewşa girtîgehan zelal bike. Bi giranî li ser zagonên darizandina hetahetayî ya giran (mûebed) jî hatin hişyarkirin -ku bi taybetî li ser girtiyên siyasî tê meşandin. Ev rewş konseya Ewropa nîgeran dike. Lewra tevlî zelalkirina rewşa girtîgehan, xwestiye guhertin di milê zagonan de bên kirin.”

Parlementerê HDPê da zanîn ku gelek dewlet, sazî û rêxistin şantajan li ser hesabê durişmên xwe dikin. Herwiha diyar kir ku CPT ji erkê xwe yên kontrolkirina girtîgehan dûr e û nirxandina xwe wiha domand: “Di encamê de li girtîgehan hem işkenceya fîzîkî, hem ya derûnî pir dijwar û bêsînor bûye. Ji ber wê bi sîstematîk di girtîgehên dewleta tirkî de, mirov tên kuştin. Pêwîst e CPT, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa û Konseya wê nirxên ku pê bang dikin biparêzin û xemsar nêzî rewşê nebin.”

`Bi rêxistinkirina gel û xurttkirina parastina rewa wê tecrîd bê şkandin`

Parlemeterê HDPê Omer Ocalan got, rejim ji gelê Kurd yê li her çar parçeyan bûyî civakeke polîtîk, ditirse. Ji ber wê armanca rejima Tirkiyê ew e ku vî gelî, di vê pêvajoya giran de bêrêber bihêle.

Palementerê HDPê Omer Ocelan bi vê peyamê axaftina xwe qedand: “Di konsepta tecrîd û qirkirinê de ne gelê Kurd tenê, gelên din jî dike amanca xwe. Ji ber wê di serî de gelê Kurd ji tevayiya gelên azadîxwaz tê xwestin ku rol û têkoşîna xwe xurttir bikin, hêza xwe ya cewherî pêş bêxin. Jixwe bi vê yekê wê tecrîd bê şkandin û wê gelên Rojhilata Navî bikarin mafên xwe biparêzin û azadiya xwe bi dest bêxin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.