Rojnameya Ronahî

Şerê taybet çima pûçkirina civakê dike amanc

  Mihemed Xanim

Li hemberî her şêwaza tekoşîn û berxwedana gelan, ji bo bêbandorkirin û bêîradekirina civakê herwiha guhertina îdeolojiya wê, şerê taybet bi amûrên serdestî û zordariyê li ser civakê tê meşandin.

 

Şerê taybet bi gelek navan tê naskirin (şerê psîkolojîk, şerê sar, şerê nerm, şûştina mêjî û hwd.).

Dema gotina şer tê gotin xwîn, dijwarî û kuştin tê bîra mirov, lê şerê taybet berûvajî wê ye, li rex şidetê û dijwariyê fîzîkî her rêbazê bi kar tîne û ev jî mirov dixe xefkê. Lewr nizane şerek li ser tê meşandin. Ji ber wê gelek caran ew bixwe dibe amûrê xizmeta armancên dijimin.

Dîroka pêkanîna rêbazên şerê taybet ne nû ye. Lewra şerê li hemberî xistina mêjî û kolekirina mirov, xwediyê dîrokeke kevnar e. Lê em dikarin bêjin ku ev şer rêbaz û şêwazên xwe li gorî merc û rewşên wê serdemê diguherîne.

Piştî her du şerên cîhanê ku bi milyonan mirov bûn gorî. Dewletên kapîtalîst dîtin ku wê nikaribin beramberî hêz, vîn û îradeya gelan temenê xwe bi şideta fizîkî dirêj bikin; serdestiya xwe bisepînin û berjewendiyên xwe bi dest bixin. Ji ber wê amûrên ku mirov bi kar tînin weke zanist, teknîk, spor, tendirustî, zayendî û hwd. tev kirin binê kontrola xwe.

Dewletên kapîtalîst, ji bo guhertina mêjiyê mirovan, dûrxistina wan ji armanca wan ya sereke û mijûlkirina wan bi tiştên bêwate, şerê taybet pêş xistin.

Projeya Biratiya Gelan Ji Dagîrkeran re bûye tirs

Dewletên kapîtalîst, ji ber ku naxwazin herêmên bi firka neteweya demokratîk tên birêvebirin pêş bikevin û bighîjin astekê xurt, hewl didin li wan herêman şer derxin. Rêbaza Şerê Taybet destwerdana yekser nake, gelan bi hev dide şerkirin, civakê ji hev dixe, biçûk dike, ji exlaq û çanda wê dûr dixe û parçe dike.

Rêveberiya Xweser ku bi Projeya Neteweya Demokratîk herêmê bi rê ve dibe, dikare tevayiya nakokiyên di nava civakê de çareser bike û di nava civakê de hevgirtineke bihêz çêke. Lê ev  nakeve xizmeta dewletên kapîtalîst. Ji ber wê bi her şêwazê dixwazin li hundir nakokiyan derxin.

Eger kesayet û civak ne xwediyên îdeolojiyeke kûr û xurt bin, wê bi hesanî bikevin binê bandora şerê taybet. Eger gelên herêmê bi projeya Neteweya Demokratîk ne bawer bûna, wê bixwe bibûna amûrên pêkanîna armancên dijmin.

Rêber Apo dibêje; Ji baldariya ser dijmin pirtir, min jiyana xwe û dema xwe her tim da avakirina kesayetên îdeolojîk û azad. Lewra ku tu kesayeteke sazkar û îdeolojîk ava bikî, wê dijimin pê nikaribe.

Şoreşa gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, şoreşeke exlaqî ye û armanca wê avakirna kesayet û civakeke wekhev, demokratîk û azad e. Ev jî ne li gorî berjewendiyên hêzên serdest e. Ji ber wê di nava civakê de kar dikin û hewil didin ku ji exlaq dûr bixin. Ji bo gihatina vê armancê di bi riya fihûşê û belavkirina madeyên hişbir di nava ciwanan de û gelek rêbazên din bi kat tîninş. Herwiha vîrûsa Covid-19, projeya sîstemên kabîtalîst bû. Ji bo bêhêzkirin û xistina aboriya hin welatan û berfirehkirina desthilatdariyê bû.

Ji bo têkbirina amûrên şerê taybet, pêwîst e gel Şerê Gel yê Şoreşgerî bimeşîne. Ji zarokan heta ciwanan, divê her kes ax û rûmeta xwe ji xeterê biparêze, meşeleya şoreşê rake, beşdarî parastina destkeftiyên şoreşê bibe û têkoşînê bike parçeyek ji jiyana xwe. Herwiha di milê îdeolojîk de xwe xurt bike, bi rêxistinkirî be, bi civaka xwe re hevgirtî be û itîfaqên gelên herêmê bihêz bike. Bi taybet li hemberî planên dijmin û neyarên demokrasiyê. Bi vî rengî gelên azadîxwaz wê serkeftinê bi dest bixin û dijminê xwe yê nijadperest û faşîst têk bibin.

Heta ku gel negihîjin azadiya xwe, wê şoreş û şer dewam bikin.