Rojnameya Ronahî

‘Bi zindîkirina DAIŞê dixwazin herêmên dagîrkirî fireh bikin’

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

 

Mihemed Emîn : Vîn û berxwedana gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ji dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê mezintir e.

Bi armanca şkandina vîna gelên herêmê, bi sedê salan e ku dagîkeriya Tirkiyê li ser van gelan polîtîkaya qirekirinê dimeşîne û gelek sûcên li dijî mirovayiyê kirine. Dewleta tirkî ya dagîrker di rojên dawî de, ji bo ku kirîza xwe ya navxweyî pîne bike, li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê êriş û gefên xwe zêde kirine.

Li ser kiryarên dewleta tirkî ya faşîst û erişên wê yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Mihemed Emîn Elîko ev nirxandin kir: “Gef û êrişên dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bênavber didomin. Dema ku hikûmeta AKPê ya faşîst rastî krîzên hundir tê, dest bi êrişên herêmên Rêveberiya Xweser dike. Di rojên dawî de êrişên dagîrkeriyê yên ser navçeya Til Temir û Zirganê zêde bûne. Herî dawî di encama êrişên dagîrkeriyê de çar welatiyan jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar bûn. Ji serdema Osmaniyan û heta roja îro, dewleta tirkî qirkirina gelan ji xwe re kiriye mîras. Ji ber ku di mehên borî de, siyaseta dagîrkeriyê li tevayiya qadan têk çû, hikûmeta AKPê dixwaze bi êrişên ser bakûr û rojhilatê Sûriyê xwe bigihîne hin armancan.”

Bi her rêbazê hewil didin Projeya Neteweya Demokratîk pûç bikin

Elîko da zanîn ku ji bo têkbirina projeya Neteweya Demokratîk, dagîrkeriya tirkî wê serî li her rêbazê bide û axaftina xwe wiha domand : “Ji ber berxwedana gelên herêmê, dagîrkerya tirkî wê nikaribe bi hêsanî êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bike. Lê metirsî hê jî berdewam e. Gefên dawî yên dagîrkeriyê di asteke bilind û cidî de ne, ji bo wê jî amedekariya xwe kirine.”

Dagîrkerî hewl dide çeteyên DAIŞê ji nû ve zindî bike

Elîko bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelên herêmê li hemberî êriş û gefên dagîrkeriyê tirkî û axaftina xwe wiha domand: “Pêwîst e gelên bakur û rojhilatê Sûriyê tev cihê xwe di nava berxwedana azadiyê de bigirin. Dagîrkeriya tirkî ji bo tevayiya gelên herêmê û Rojhilata Navî xeter e. Ji bo zindîkirina çeteyên DAIŞê, çeteyên xwe yên li Libiya û Azerbaycanê bi hêz dike û karta penaberên Sûriyê li dijî Ewropa bi kar tîne. Lê wê yekîtiya gelan bikare hewldanên dagîrkeriyê têk bibe û dagîrkeran ceza bike.”

Dixwazin dagîrkeriyê fireh bikin

Elîko têkildarî dijminatiya dewleta Tirkan bi gelên resen re û rêbazên wê yên qirkirinê wiha axivî: “Bi armaca tinekirina gelên resen, dewleta tirkî serî li her rêbazê dide. Bi taybetî gelê Kurd dike amanca êrişên xwe û li hemberî wan planên qirêj zêde kirine. Pêwîst e gelên herêmê hişyar bin û bi şerê taybet neyên xapandin.”

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Mihemed Emîn Elîko di axaftina xwe de ji bo xerabkirina planên dagîrkeran ji gelên herêmê xwest ku ji têkoşîna azadiyê re bibin destek û axaftina xwe wiha qedand: “Ji gelên bakur û rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku dijminê xwe nas bikin. Herwiha li destkeftiyên xwe yên şoreşê xwedî derkevin û tevlî nava berxwedana azadiyê bibin. Yekîtiya gelên herêmê wê dagîrkeran ji holê rake.”