Rojnameya Ronahî

Binyamîn Şekir :Li girtîgehan ya sûcdar û kojer dewlet bixwe ye

Serbest Etê /Qamişlo

Hevserokê Giştî yê OHD got, rewşa girtîgehan pir xerab e, dermirovî û ne qanûnî ye. Jixwe li girtêgehên Tirkiyê yan stûxwarkirina ji dewletê re yan jî işkence û kuştin derdikeve. Bi taybetî li ser girtiyên nexweş mirin tê spandin. 

 

`Li Tirkiyê civak tê darizandin`

Li ser rewşa girtîgehên dewleta tirkî ya dagêrker Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) Binyamîn Şekir ji ronameya me re axivî.

Hevserokê Giştî yê OHDê sedemên vê polîtîkayên dewletê yên li girtîgehan anîn ziman û wiha got : “Dewleta tirkî bi polîtîkayên xwe yên qirêj, dixwaze kesên teslîm nabin û ji bo mafên xwe têdikoşin, ji holê rake. Çalakvan, siyasetmedar û her muxalifî destgîr dike. Dixwaze tirs û teslîmbûnê bi ser civakê de bispîne. Nehêle ti kes li hemberî wê serî rake. Wisa diyar dibe ku kesên têkoşer yan destgîr dike, yan dikuje yan jî dersînor dike.”

Binyamîn herwiha diyar kir ku pêvajoya li Tirkiyê pir xerab e got, êdî li Bakur û Tirkiyê pêvajoya darizandina civakê dest pê kiriye. Ewleyiya gel nemaye. Wisa bûye ku avayiyên herî zêde bi destê dewletê tên avakirin, girtîgeh in.

`Li girtêgehan yan teslîmbûn ji dewletê re yan jî kuştin`

Derbarê rewşa girtîgehan de Hevserokê OHD ev agahî da ” :Kesên siyastmedar, azadîxwaz û çalakvanên ku nikare li derve serî li wan bitewîne û bikuje, di girtîgehên xwe de polîtîkayên herî qirêj bi ser wan de disepîne. Eger girtî teslîmbûnê nepijirîne dikuje. Ji ber wê têkiliyên girtiyan bi malbatan re qut dike. Ji mafên xwe yên şandina nameyan, TV û rojname li wan qedexe dike û bi heman rengî xwendina pirtûkan heta werziş û danûstendin tên qedexekirin.”

`Berxwedana herî mezin li girtîgehan e`

Li ser berxwedana li girtêgehan Binyamîn ev nirxandin kir: “Bi rastî li girtîgehan berxwedan û têkoşîna herî mezin tê kirin. Ji ber wê dewlet ditengije, dibêje tevî vê zor û zilmê li girtîgehan çawa berxwedan û têkoşîn didome û nikare wan teslîm bigire! Ji ber wê her ku diçe li girtîgehan polîtîkaya qirêj dijwartir dike. Bi vî rengî sala 2020an sûc û binpêkirinên mafên mirovan di nava zagonên xwe de bi cî kirin û wan weke zagon dide xuyakirin. Çi exlaqî, çi hiqûqî ji her alî ve binpêkirin dibin. Li kû berxwedan hebe li wir sûc û binpêkirinan zêde dike.”

`Sûcdar û kojer dewlet bixwe ye`

Hevserokê OHD di heman demê de teqez kir ku li girtîgehan niha sûc ji her demê pirtir û dijwartir bûne. Herwiha tîpên nû yên girtîgehan û hucreyên yekkesî zêde bûne û axaftina xwe wiha domand :”Di nava girtiyên siyasî de kesên sûcdar, çeteyên DAIŞê tên bicîkirin. Dewletê herwisa navê kuştinê kiriye xwekuştin. Li her qawîşê kamîrayên şopandinê hene. Sûcdar û kujer bi her awayî dewlet bixwe ye. Ji ber wê pêwêstî bi lêkolînên kûr ji dozgeran tê xwastin. Li gorî helwesta dewletê eşkere ye ku bi fermana wê bixwe ev sûc li girtîgehan tên kirin.”

`Bi sedan nexweş di binê işkenceyê de ne`

Hevserokê Giştî yê OHDê herwisa da zanîn ku bi sedan girtiyên nexweş yên bêtedawî, li girtîgehan hene. Hem wan tedawî nakin, hem di qawîşên yekkesî de tên cezakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber vê işkenceyê di nava hefteyekê de, Gerîba Gezer, Halil Guneş, Ebdurrezaq û Salih Turgut jiyana xwe ji dest dane. Herwiha bi sedan yên weke Mihemed Emîn Oskan hene, ku rewşa wan ya tenduristiyê pir xerab e û ji aliyê dewletê ve tên işkencekirin. Raporên nexweşxaneyan dibêjin ev girtî nikarin li girtîgehan bimînin. Lê Tiba Edlî bi biryara xwe mirinê bi ser wan de disepîne. Ev mirin ne xwezayî ne û ne jî xwekuştin in, dewlet wan dikuje. Bêguma idîayên xwekuştinê ne rast in û kujer dewlet e.”